Amedspor piştî 4 hefteyan li mala xwe Bolusporê dike mêvan

20 demjimêr berê
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Amedsporê xwe ji maça bi Bolusporê re amade kir
Amedsporê xwe ji maça bi Bolusporê re amade kir
Nîşan Amedspor Boluspor Amed
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Tîma kesk û sor Amedspor dê îro li mala xwe Bolusporê bike mêvan.

Amedspor ku bi 8 pûanan di rêza 5emîn de ye, dixwaze bi vê maçê re pûanê xwe bike 11 û derbasî rêzên jortir bibe.

Amedspor, piştî 4 hefteyan dê li mala xwe Bolusporê bike mêvan.

Rahênerê Amedsporê Ersun Yanal, ji bo ku di vê maçê de bi ser bikevin, hemû futbolîzên xwe yek bi yek dide xebitandin.

Futbolîzên ku vê dawiyê transfer bûne jî di rahênanê de cihê xwe girtin.

Ji ber ku xirabûna zemîna stadyûma Amedê, tîma kesk û sor nedikarî li mala xwe bilîze.

Ji ber vê yekê her carê di stadyûma tîmeke din de dilîst. Lê ew dê îro di 7ê êvarê de, li mala xwe, li ber alîgirên xwe têbikoşin.

Tenê yek armancek heye ew jî bidestxistina 3 pûanan e.

“Em dê bi serkeftinên xwe derkevin rêza yekemîn”

Berpirsê Çapemeniyê yê Amedsporê Bekîr Guneş got:

“Em amade ne. Em ji tev maçan re amade ne. Vê heftiyê em dê di sehaya xwe de bilîzin.

Futbolîzên me amade ne. Em jî rêveber jî rind amade ne.

Em dê vê hefteyê bi ser bikevin. Înşelah heta 2-3 hefteyan jî em dê bi serkeftinên xwe, derkevin rêza yekemîn.”

Amedspor heta niha di lîgê de 5 maç kirine û carek têk çûye, 2 caran berambere maye û di van 2 hefteyên dawiyê de jî bi ser ketiye.

Ji ber vê yekê moralê rêveberan xweş e.

“Kêmasiyên me neman”

Rêveberê Amedsporê Ehmed Ulmez  jî got:

“Em bi her awayî ji vê pêşbirkê re amade ne. Me hemû kêmasiyên xwe rakirin.

Niha tenê 2 futbolîzên me seqet in. Ugur Adem Gezer û Erkan Sasa. Bi izn û qeweta Xwedê em dê li ber 33 hezar alîgiran di vê pêşbirkê de bi ser bikevin.”

“Ev stad dê tije bibe”

Rêveberê Amedsporê Cengîz Bayram jî got:

“Bi bawerî dê stada me tev tije bibe. Bi jinan bi zarokan, bi malbatan hemû kes dê bên vê pêşbirkê temaşe bikin.

Li sehaya me cihê 33 hezar kesan heye, ez bawer dikim ev stad dê tije bibe.”

Amedspor, di dîroka xwe de cara yekemîn e ku derbasî lîga 1emîn a Tirkiyeyê bûye.

Ew bi 8 pûanan di rêza 5an de cih digire.

Rikaberê wê yê vê hefteyê Boluspor jî bi 5 pûanan di rêza 17an de cih digre.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst