16 tîmên dawiyê yên Lîga Şampiyonan diyar bûn

18-12-2023
RÛDAW
Nîşan Lîga Şampiyonan UEFA
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pişka qonaxa 16an a Lîga Şampiyonan a UEFAyê li bajarê Nyonê yê Swîsreyê hate kişandin.

Di encama pişkkişandinê de 16 tîmên dawiyê yên Lîga Şampiyonan diyar bûn.

Yekem maçên qonaxa 16an dê di navbera 13-14 û 20-21ê Sibatê de bên lîstin.

Maçên rovanşê jî dê di navbera 5-6 û 12-13ê Adarê de bên lîstîn.

Tîmên ku di qonaxa 16an de bi ser ketin dê navên xwe li fînala çaryekê binivîsin.

Tîmên ku di qonaxa 16an a Lîga Şampiyonan de hatin hemberî hev wiha ne:

Porto (Portugal) - Arsenal (Brîtanya)

Napoli (Îtalya) - Barcelona (Spanya)

Paris Saint-Germain (Fransa) - Real Sociedad (Spanya)

Inter (Îtalya) - Atletico Madrid (Spanya)

PSV (Holanda) - Borussia Dortmund (Almanya)

Lazio (Îtalya) - Bayern Munih (Almanya)

Kopenhag (Danîmarka) - Manchester City (Brîtanya)

RB Leipzig (Almanya) - Real Madrid (Spanya)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst