Manchester Cityê bû xwediyê Kupaya Lîga Şampiyonan

10-06-2023
RÛDAW
Nîşan Înter Manchester City UEFA
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tîma futbolê ya Brîtanî Manchester Cityê bi encama 1-0 ji tîma Îtalî ya Înter Milanê bir û bû xwediyê Kupaya Lîga Şampiyonan.

Inter Milan û Manchester City di asta kluban de ji bo kupaya herî mezin a futbola Ewropayê di pêşbirka fînalê de îşev saet 22:00ê li Stadyûma Olîmpiyadê ya Ataturkê ya Stenbolê hatin hemberî hev û lîstik ji aliyê hakemê Polandî Szymon Marciniak ve hat birêvebirin.

Di xuleka 68emîn de yarîzanê Manchester Cityê yê bi navê golek li ser navê tîma xwe tomar kir. Her çend yarîzanên tîma Înterê hewldan encamê biguherînin lê serkeftî nebûn.

Lîstik bi encama  1-0 di berjewendiyê Manchester Cityê de bidawî bû û bi vê encamê Manchester City yekem car bû xwediyê Kupaya Lîga Şampiyonan.

Manchester City di yekem fînala xwe ya Lîga Şampiyonan de di sezona 2020-2021an de bi Chelseayê re lîst û 1-0 têk çûbû. Inter jî di sezona 1963-1964 anda de Real Madridê 3-1, di sezona 1964-1965an de Benficayê 1-0, di sezona 2009-2010an de Bayern Munihê 2-0 têk biribûn û 3 caran vê kupayê biribû muzexaneya xwe.

Inter piştî salên 1964, 1965, 1967, 1972 û 2010, di kûpaya herî girîng a asta klûban a fûtbola Ewropayê de, cara 6emîn dertê fînalê. Manchester City jî di Lîga Şampiyonan de cara duyem e dertê fînalê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst