Diyarbekirspor dê navê xwe bike 'Mezopotamyaspor'

07-07-2023
RÛDAW
Nîşan Diyarbekirspor Mezopotamyaspor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat îdîakirin ku Diyarbekirspor a ku di Lîga 2emîn a TFFyê de dilîze dê navê xwe wek 'Klupa Sporê ya Mezopotamyayê' biguhere.

Ji bilî Amedsporê, Diyarbekirspor a ku di werzişê de nûnertiya bajarê Amedê ya Bakurê Kurdistanê dike dê navê xwe biguhere.

Li gorî nûçeya Amîdahaberê ku dê navê Diyarbekirsporê bibe 'Mezopotamyaspor', logoya nû jî hatiye amadekirin.

Her wiha hate destnîşankirin ku tomarkirina nîşana bazirganiyê ji bo navê klupê hatiye çêkirin.

Rêveberiya Diyarbekirsporê dê di rojên pêş de li ser mijarê daxuyaniyeke fermî bide.

Li aliyê din di malpera fermî ya TFFê de klubeke bi navnîşana Sûr-Amed bi navê "Çalakiyên Sporê yên Mezopotamyayê" û bi koda "017192" heye. Di malperê de wek serokê klûbê navê Ferhat Îlhanli hatiye nivîsandin.

Dîroka guhertina navê tîmê

Di sala 1977an de bi navê Tarım Doganspor hat damezrandin û navê tîmê di sala 1986an de bû Beşyuzevlerspor.

Di sala 2010an de navê klupê bû Yenî Diyarbakirspor û rengên wê jî bûn Kesk û Sor ku rengên Diyarbakirsporê bûn.

Pişt re navê klupa ku heta sala 2015an Yenî Diyarbakirspor bû wek Diyarbekirspor hatibû guhertin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst