Azîz Elaldi: Amedspor nasnameyek e

13-11-2024
Abdulselam Akinci
Alîgirên Amesporê / Wêne: Rûdaw
Alîgirên Amesporê / Wêne: Rûdaw
Nîşan Amedspor Burç Baysal Azîz Elaldi
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Tîma parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ku di Lîga Yekem a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê de dilîze kongreya xwe ya awarte saz kir.

Kongre li Navenda Kongreyan a Sezaî Karakoç hat lidarxistin.

Amedspora ku 353 delegeyên wê hene bi lîsteyekê çû hilbijartinan.

Di kongreya awarte ya Amedsporê de karsaz Burç Baysal bû 7emîn Serokê Amedsporê.

"Ji bo bexteweriya gelê xwe em dê her tiştî bikin"

Serokê nû yê Amedsporê Burç Baysal got wiha anî ziman:

"Xebatên ku wê bêne kirin bi awayekî zelal ew dê têkoşer bin.

Ji bo ku em gelê xwe bextewer bikin jî çi ji destê me were em dê bikin."

Di kongreyê de deynên klûbê wekî 27 milyon lîreyên Tirkî hat eşkerekirin.

Piştî raporên rêvebiriya berê hat îbrakirin serokê berê Azîz Elaldi jî axaftinekê kir

"Amedspor nasnameyek e"

Serokê berê yê Amedsporê Ezîz Elaldi wiha axivî, "Amadspor sekn û helwestek e.

Amedspor nasnameyek e. Amedspor şêweyeke jiyanê, stayleke jiyanê ye.

Ez rica dikim, divê em bêyî nîşandana hincetan li pişt serok û rêveberiya nû bisekinin.

Ez bixwe wekî şexs û lijneya rêveberiyê em dê her tim wekî neferên vê yaneyê berdewam kar bikin."

Di kongreyê de li gel serokê nû desteya rêvebir a klubê jî diyar bû.

Li gorî zanyariyan, endama lijneya rêvebir Dr. Elîf Turan dê wekî seroka duyemîn were ragihandin.

Eger wisa be di dîroka Amedsporê de dê cara yekem be jinek bibe seroka klubê

"Amedspor tîma gel e"

Endama Desteya Rêvebir a Amedsporê Dr. Elîf Turanê got:

"Em her tim dibêjin Amedspor tîma gel e. Ne tenê tîmeke futbolê ye yan jî yaneyeke sporê ye.

Bi alîgir û gelên xwe re ew wekî saziyeke civakî tev digere.

Em tev bi hev re ji bo ku Amedspor cihê xwe di vê xulê de bigire çi ji destê me tê emê bikin.

Çi bikeve ser milê me emê di vê rêveberiyê de bikin."

Di kongreyê de serokê berê Azîz Elaldi, Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê Mehmet Kaya û gelek berpirs, endamên saziyên civaka sivîl ên Amedê alîgirên tîmê beşdar bûn.

"Eger giringiyê nedin bingehê dê siberoja Amedsporê xirabtir bibe"

Serokê Koma Azadî ya Alîgiran Ramazan Turgay got,

"Em bingeheke baş û saxlem dixwazin. Çi ye bingehê baş û saxlem ew jî bingeha yaneyê ye.

Eger ku giringiyê bi bingeha yaneyê bidin ew dê Amedspor serkeftîtir bibe.

Lê ku girîngî bi wê neyê dayîn û her yarîzan bêne transferkirin siberoja Amedsporê wê xirab bibe."

Alîgirekî Amedsporê jî wiha anî ziman:

"Tîmek bi alîgirên xwe bi bajar û rêveberiya xwe ve heye.

Dema ku xelekek ji vê girêdanê bê qetandinê li pêy hev hemû têne qetandinê."

Amedspor di lîga yekemde bi 14 pûanan di rêza 17an de ye û hêvî û bendawarî ew e ku bi serok û rahênerê nû serkeftinên baş bi dest bixin û tîma keskesor serkeftîtir bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst