Hewlêr (Rûdaw) - Amedsporê li mala xwe Manisa FKyê 3-2 têk bir û piştî 6 maçan bi ser ket.
Amedspor û Manisa FK di 14emîn hefteya Lîga Yekemîn de li stadyûma Amedê hatin pêşberî hev.
Amedspor di nîveka yekem de bi golên Yilmaz Ceylan (15 dq) û bi Britt Assombalonga (45+1 dq) 2-0 ket pêş.
Li ser navê Manisa FKyê di xuleka 54an de Kwasi Okyere Wriedt golek avêt û skor bû 2-1.
Lê Amedsporê zû bersiv da vê golê û xuleka 55an bi gola Bruno Lourenço 3-1 ket pêş.
Manisa FKyê jî dev ji lîstikê berneda û di xuleka 64an de Kwasi Okyere Wriedt goleke avêt û skor bû 3 - 2 û maç bi vê encamê qediya.
Amedsporê bi vê encamê pûana xwe derxist 18an û di Lîga 1em a TFFyê de derket rêza 14emîn.
Amedspor dê 4ê Kanûna Pêşîn li mala xwe bi Adanasprê re bilîze.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse