Beştaş: Êrişa li Diyarbekirsporê encama zihniyeta dijminatiya Kurdan e

21-12-2023
RÛDAW
Nîşan Diyarbekirspor Bursaspor Meral Daniş Beştaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) a Erziromê Meral Daniş Beştaşê mijara êrişên li dijî lîstikvanên Diyarbekirspor û Amedsporê bir Parlamentoya Tirkiyeyê.

Meral Daniş Beştaşê got, “Li pişt van êrîşan zihniyeta dijminatiya Kurdan heye.”

Li bajarê Bursayê yê Tirkiyeyê, duh Diyarbekirspora tîma parêzgeha Amedê û Bursaspor ku di Koma Spî ya Lîga 2emîn de ne, li stadyûma Bursayê hatin beramberî hev.

Diyarbekirsporê di lîstikê de li deplasmanê hevrika xwe Bursaspor bi encama 2-0 têk bir.

Lîstikvanên Bursasporê piştî têkçûnê, di xuleka 89an de tehemûlî têkçûnê nekir, wan li stadyûmê êrişî listikvanên Diyarbekirsporê kir û li wan da.

Ev êriş li ser medyaya civakî di nav Kurdan de bû sedema nerazîbûnan.

Par jî li Bursayê dîsa lîstikvanên wê tîmê êrişî lîstikvanên Amedsporê kiribû.

Serokwekîla Fraksşyona DEM Partiyê Meral Daniş Beştaşê jî mijar bir Parlamentoya Tirkiyê û got:

"Li pişt van êrîşan zihniyeta dijminatiya Kurdan heye û divê yekser Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê li ser mijarê daxuyaniyekê bide û Bursasporê ceza bike."

“Li pişt êrişan kîn û nefret li hemberî Kurdan heye”

Meral Daniş Beştaş wiha axivî:

“Îro lîstika Diyarbekirspor û Bursasporê hebû. Mixabin Bursasporê careke din klasîkeke xwe dubare kir. Wan bi awayekî dijwar êrişî lîstikvanên Diyarbekirsporê kir.

Wê êrişê heta odaya cilguherînê jî berdewam kir. wan di heman demê de li Bunyamîn Yurur da.

Niha di hemû medyayê de tiştê ku tê behskirin ev e. Ji ber li hemberî Diyarbekirsporê 2-0 têk çûne wan ev êriş kiriye.

Heta niha ti daxuyaniyeke federasyonê nîne. Ev çend car in Bursaspor êrişî tîmên Diyarbekirê dike, par jî êrişî Amedsporê kiribû.

Em vê êrişê şermezar dikin û federasyon divê yekser derbarê vê êrişê de daxuyaniyekê bide û Bursasporê ceza bike.

Di sporê de divê tiştên wiha neyên qebûlkirin û çênebin. Mixabin zihniyeta ku li pişt van êrişan belavkirina dijminatiya Kurdan a li her cihî ye.

Li pişt êrişa li Tirabzonê li dijî geştyarên Kurd û li Bursayê li dijî lîstikvanên Amedspor û Diyarbekirsporê heman kîn û nefret heye. Em vê yekê şermezar dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst