Hewlêr (Rûdaw) - Amedspor bi Çorum FKyê re 1-1 ma ji deplasmanê bi pûanekê vegeriya.
Amedspor li parêzgeha Çorumê ya Tirkiyeyê, bi tîma Çorum FKyê re di maça hefteya 16emîn a Lîga Yekemîn de dê hatin pêşberî hev.
Çorum FKyê di xuleka 68an de bi gola penaltiyê ya Ferhat Yazgan 1-0 ket pêşiya Amedsporê.
Lîstikvanê Çorum FKyê xuleka 74an golek avêt qaleya xwe û skor bû 1-1.
Lîstik bi encama 1-1 bi dawî bû û her yekê pûanek wergirt.
Amedsporê bi lîstika dawiyê pûana xwe derxist 22ya û disa di rêza 14an de ma.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse