LÊKOLÎN: Pîsbûna hewayê bandorê li tenduristiya dil û derûnê dike

29-04-2024
RÛDAW
Nîşan Hewaya Pîs Bandor Tenduristî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Li gorî lêkolîneke Zanîngeha Bostonê ya Amerîkayê, mirovên ku li herêmên kalîteya hewaya wan ne baş e dijîn di metirsiya depresyonê û nexweşiya dil de ne.

Li Zanîngeha Bostonê ya Amerîkayê bi berpirsariya Dr. Şadî Ebû Haşim lêkolînek li ser pîsbûna hewayê û tenduristiya mirovan hat kirin.

"Bandorê li tenduristiya me ya derûnî dike"

Berpirs lêkolînê Dr. Şadî Ebû Haşim anî ziman:

“Lêkolîna me nîşan dide ku hewaya ku em dikişînin nava xwe bandorê li tenduristiya me ya derûnî dike, ev jî bandorê li tenduristiya dilê me dike.”

Lêkolîn eşkere dike, metirsî li parêzgehên ku asta pîsbûna hewayê bilindtir e û rêjeya mirovên xizan jî zêdetir e bi awayekî berbiçav zêdetir bûye.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) ragihand ku hewaya pîs ku tijî parçeyên hûr ên çavkaniyên curbecur ên wekî şewitandina sotemeniya fosîl, agir û cihên avahîsaziyê ye metirsiyên tenduristiyê yên girîng çêdike, bi taybetî jî metirsiya penceşêrê zêde dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst