Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser tenduristiya... | Rûdaw.net

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser tenduristiya Nêçîrvan Barzanî daxuyanî da

10-12-2024
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Tenduristî Serokatiya Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab diyar kir, îdiayên ku di hin medyayan de derbarê tenduristiya Nêçîrvan Barzanî de hatine belavkirin, bêbingeh in.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser tenduristiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxuyaniyek belav kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de wiha got:

"Çend malperên medyaya civakî li ser tenduristiya birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê gotegot belav kirin.

Li ser vê yekê em radigihînin ku ev gotegot ji rastiyan dûr in û Serok Nêçîrvan Barzanî bi asayî erkên xwe cîbicî dike."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst