Ji sedî 99ê mirovan hewaya pîs hildimijin: ‘Çavên min dixwirin!’

16-11-2024
RÛDAW
Nîşan Hewaya Pîs Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO)
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) ragihand ku ji sedî 99ê mirovan hewaya netendurist hildimijin.

Li Delhiya paytexta Hindistanê ye hewaya qirêj mesafeya dîtinê gelekî kêm kiriye.

Hikûmet car bi car, avê li ser cadeyan direşîne da ku hewa paqij bibe lê ti sûda wê nîne.

Wênegir Mohît Kumar li ser pîsbûna hewayê got:

“Ez hest bi xwirîna çavên xwe dikim.

Niha ji malê derketim derve lê çavên min dixwirin.

Pêwîst e her dem wan bişom. Pîsbûna hewayê ez tengenefesî jî kirime.”

Li gorî malpera IQ Airê ya Swîsreyê hewaya Delhiyê piştî bajarê Lahorê yê Pakistanê bajarê duyem ê ku hewaya wê herî pîs e.

Li gorî berpirsên Hindistanê her sal 2 milyon kes li wî welatî ji ber bandorên hewaya qirêj dimirin.

Hanoya paytexta Vîetnamê li gorî malpera Swîsrî di hewaya qirêj de li ser asta cîhanê şeşemîn e ku salane dibe sedema mirina 60 hezar kesî.

“Divê her dem maskeyê bi kar bînim”

Welatiyê Vîetnamê Nigen Van Tay jî anî ziman:

“Çend roj in hewa gelekî pîs bûye. Tu dibînî esman bi mij û moran e.

Ji ber wê divê her dem maskeyê bi kar bînim.

Ez mezinim û hesasiyeta min heye ji ber pîsbûna hewayê.”

Cakartaya paytexta Endonezyayê hewaya wê 8emîn hewaya herî qirêj a cîhanê ye.

Salane 10 hezar kes ji ber pîsbûna hewayê dimirin.

Welatiyê Endonezyayê Rîfkî Rîdanî li ser rewşa bajarê xwe da zanîn:

“Hewaya Cakartayê gelekî pîs û metirsîdar e, bi taybetî di demsalên germ de. Ji ber ku ba nîne.”

Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî li seranserî cîhanê ji sedî 99ê mirovan hewayekê hildimijin ku ne tendurist e.

Her wiha her sal qirêjbûna hewayê dibe sedema mirina nêzîkî 8 milyon kesan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst