Li Tirkiyeyê pirsgirêka dermanan: Ku wasite nebe derman jî nîne

21-08-2023
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Wêne: Rûdaw Grafîk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Tirkiye Pirsgirêka Dermanan
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê persgirêka nebûna hinek dermanan berdewam e.

Li gorî hinek raporên hatine belavkirin piştî meha îlonê dê hinek kompanyayên Ewropî şandina beşek dermanan a Tirkiyeyê bi temamî bisekînînin.

Xelk dermanxane bi dermanxane digere û bi rojan dermanên xwe peyda nake.

Hemwelatiyekî got “Eger hûn kesekî nas û dost di asta rêveberan de nas bikin hûn dikarin dermanan bikirin.”

Pirsgirêka peydanebûne dermanan li dermanxaneyên Tirkiyeyê berdewam dike.

Mexdûra erdhejê Seher Xanima ji Meletiyê nêzîkî 10 roj in ku li Enqereyê li nexweşxanayan li çareseriya êşa pişta xwe digere.

Ew rojane ji bo peydakirina dermanên xwe diçe dermanxaneyan lê her carê destvala vedigere.

“Mixabin ez nizanim em jiyanake çawa dijîn”

Hemwelatî Seher Sameliyê li ser nebûna dermanan wiha got:

“Ez niha ji cem bijîşk têm. Ez çûme 3 dermanxaneyan, min dermanê xwe peyda nekir.

Her yek min dişîne cihekî û dawiyê jî min derman peyda nekir. Mixabin ez nizanim em jiyanake çawa dijîn.”

Li gorî raporên ku ji aliyê jûra dermanfiroşan ve hatine belavkirin, sedema nebûna dermanan bihayê euro ye.

Herwiha gelek kompanyayên ku dermanan dabîn dikin ji ber bilindbûna bihayan êdî naxwazin dermanan bînin.

“Eger kesek nebe wasite kar çareser nabin”

Hinek hemwelatî jî dibêjin eger kesekî we yê wasite nebe hûn nikarin dermanan peyda bikin.

Hemwelatî Murat Nasiroglu diyar kir:

“Ji bo min dermanê tomografiyê pêwîst bû, ez lê geriyam min peyda nekir. Wan got em dermanekî bedîl bidin te lê ew jî peyda nebû.

Mixabin li Tirkiyeyê eger kesek nebe wasite kar çareser nabin. Min jî xwe gihand berpirsekî û min dermanê xwe peyda kir.”

Herî dawî hinek kompanyayên Ewropî ragihand ku piştî meha îlonê êdî beşekê ji dermanan naşînin Tirkiyeyê.

Bi gotina dermanfiroşan jî bi taybetî di beşa antîbiyotîkan de ji sedê 70yê dermanan bi dest nakevin.

“Em nikarin ji nexweşan re dermanan peyda bikin”

Dermanfiroş Elîf Naz Ovunê anî ziman:

“Mixabin em nikarin ji nexweşan re dermanan peyda bikin. Sedema sereke jî bilindbûna bihayan û mijara bilidnbûna pareyên biyanî ye.

Bi taybetî dermanên antîbiyotîk, dermanên dil û dermanên lîpît bi dest nakevin. Em nikarin ji nexweşan re dermanên pêwîst peyda bikin.”

Mijara nebûna dermanan demeke dirêj e di rojeva Tirkiyeyê de ye.

Beriya niha çend caran muxalefetê ji hikûmetê xwestibû ku baca li ser dermanan a ku ji sedî 10 e bê kêmkirin an bi temamî bê rakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst