Li Yûnanistanê şewat: ‘26 cenaze hatin dîtin, di nav wan de Kurd jî hene’

23-08-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Derman Dermanxane Yûnanistan Daristan Cenaze Şewat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Yûnanistanê agir bi daristana li herêma Merîçê ket û di dema vemirandina agir de cenazeyên 26 kesan hatin dîtin.

Nûnerê Komleya Penaberên ji Ewropayê Vegeryayî Pêwşrew Ebdula ji Rûdawê re got ku tê pêşbînîkirin ku hinek ji wan Kurd bin.

Li Yûnanistanê li herêma herêma Alexandrapolîsa paytexta Evrosê agirê bi daristanê ketiye û şewat berdewam dike.

Berdevkê Agirkujiya Yûnanistanê Yannis Artopiosi ragihand ku li Daristana Dadiayê 18 cenazê hatin dîtin.

Li gorî televîzyona fermî ya hikûmeta Yûnanistanê, dibe ku ew cenaze yên koçberên qaçax in ku ji Merîçê derbasî wî welatî bûne.

Pêwşrew Ebdula jî diyar kir ku 26 cenaze hatine dîtin lê ew nizanin çend ji wan ên welatiyên Kurd in.

Bi gotina Pêwşrew Ebdula cenaze bi temamî şewitîne û nayên naskirin.

Pêwşrew Ebdula got ew piştrast in ku di nav wan de hinek welatiyên Başûr û Rojavayê Kurdistanê hene.

Nûnerê Komleya Penaberên ji Ewropayê Vegeryayî eşkere kir ku 250 koçberên Kurd li bakûrrojhilatê Yûnanistanê alîkariyê dixwazin û got:

“Ew 250 koçberên Kurd li kampeke 800 kesî ne. Hikûmeta Yûnanistanê ji ber metirsiya agiran ji wan xwastiye kampê vala bikin.”

Xelk ji gelek cihan hatibû dûrxistin

Li herêmê ji ber şewata ku doh dest pê kir xelk ji gelek cihan hatibû dûrxistin.

Herwiha peyamên hişyariyê ji têlefonên mobîl ên şêniyên deverê re hatibûn şandin da ku herêmê biterikînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst