Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pirsgirêka derman kûrtir dibe

05-09-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Bakurê Kurdistanê Pirsgirêka Dermanan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, ji ber pirsgirêka bihayê dermanên tên hawirdekirin gelek derman peyda nabin.

Bi taybetî pirsgirêka dabînkirina dermanên nexweşên epîlepsiyê û penceşerê mezintir bûye.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, çend sal in pirsgirêka nebûna derman li dermanxaneyan berdewam e.

Daketina nirxê lîreyê Tirkî li beramber diravên biyanî dibe sedeme giranbûna dermanên ku tên hawirdekirin.

23yê Tîrmeha 2023yan biryara nûjenkirina nirxê Euro yê sabit ji bo dermanan di Rojnameya Fermî de hat weşandin.

Li gorî biryarê her nirxekî euro bo kirîna derman ji sedî 30.05 hat zêdekirin û bû 14,03 lîre.

Zêdekirina bihayan jî pirs çareser nekir

 Lê zêdekirina bihayê derman jî pirsgirêka derman çareser nekir.

Di serî de dermanên weke antîbiyotîk, nefestengî, şekir, dil û êşbir li bazarê gelek derman peyda nabin û welatî ji dermanxaneyan dest vala vedigerin.

Di demên dawî de pirsgirêka dabînkirina dermanên nexweşên epîlepsiyê û penceşerê jî mezintir bûye.

Kompanyayên mezin ji Tirkiyeyê vedikişin

Kompanyayên mezin ên dermanan ku ji bihayê Euro li hemberî lîre ji bo kirîna derman hatiye diyarkirin nerazî ne, ji bazara Tirkiyeyê vedikişin.

Malbateteke nexweşê epîlepsiyê (sendroma dravet) dibêje: “2 meh in derman peyda nakin û eger peyda bikin jî serê qotiyê 30 euro zêde pere didin. Em di rewşeke zehmet de ne.”

Derbarê mijarê de Seroka Komeleya Nexweşên Sendroma Dravetê û Kesûkarên Wan Ozlem Uluş Duran ji medyaya Tirkiyeyê re got:

“Dermanên sendroma Dravetê ji bo nexweşên epîlepsiyê yên li hember dermanan li ber xwe didin gelekî girîng in û çend meh in li bazarê peyda nabin.

Eger peyda bibin jî pereyekî zêde tê wergirtin. Nexweşiya van zarokan gelek caran dubare dibe û sîstema laşê wan qels e. Ji her 10 hezar kesan yek pê dikeve.”

“Malbat di nav xwe de dermanan li hev par ve dikin”

Ozlem Uluş Duran herwiha got, “Nexweşiya van zarokan carna 1,5-2 demjimêran berdewam dike. Ji ber wê dibin beşa çavdêriya hûr.

Dermanê me yê Stripentol heye ku dewletê pereyên wê dida. Rapora me ya derman heye û pêştir ferqa pere jî nedihat wergirtin.

Ji ber nirxê pereyên biyanî 2 meh in peyda nabe û hem jî serê qotiyekê 30 euro pere dixwazin. Em malbat di nav xwe de dermanan li hev par ve dikin.

Em bi çarenivîsa me re rûbirû hiştine. Malbat nikarin bi carekê dermanê 3 mehan bikirin û ji neçarî bi reçeteyên mehane derman dikirin. Dema derman namîne rûbirûyê pirsgirêkan dibin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst