Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şarezûrê ya Silêmaniyê 5 hezar kes ji ber zikçûn û vereşînê rakirin nexweşxaneyê ku piraniya wan zarok in.
Roja înê 500 kesî ji ber vereşîn û zikçûnê serî li Nexweşxaneya Hewarçûnê ya Şarezûrê da û li gorî rojên berê rêjeya nexweşketinê kêm bûye.
Nûçegihanê Rûdawê Nizar Ceza li pêşiya nexweşxaneya Hawarçûnê ya Şarezûr ragihand ku hejmara nexweşên ku ji ber zikçûn û vereşînê diçin nexweşxaneyan li gorî rojên berê kêmtir bûye.
Nizar Ceza got ku duh 500 nexweşî serî li nexweşxaneyê daye û da zanîn rewşa nexweşan baş e û ew bi sivikî nexweş ketine lê zarokek bi giranî nexweş ketiye û ew jî li wir hatiye çareserkirin.
Niştecihekî Şaezûrê yê bi navê Hesen ji Rûdawê re got, “Şevê din 2 zarokên min nexweş ketin. Piştî dermankirinê me ew ji nexweşxaneyê anîn malê.
Lê îro 2 zarokên min ên din jî nexweş bûn. Em spasiya bijîşkên nexweşxaneyê dikin ku zarokên me derman dikin.”
Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Saman Berzencî jî ragihand ku pîsbûna avê û tevlîbûna wê bi avrêjê sedema pêketin û belavbûna vê nexweşiyê ye.
Saman Berzencî her wiha da zanîn ku 11 tîmên taybet çûne Şarezûrê û ava vexwarinê ya wan taxên ku zêdetirî nexweş hene kontrol kirine.
Rêvebirê Nexweşxaneya Şehîd Reûf Begê jî da zanîn ku sedema pîsbûna avê, tevlîbûna ava kanalîzasyonê ye, hemû tişên pêwîst ji bo çareseriyê li ber destê wan e û ti tişekî kêm nîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse