Krîza dermanan kûrtir dibe: Li dermanxaneyan derziyên zatûreyê peyda nabin

16-09-2023
RÛDAW
Nîşan Pirsgirêka Dermanan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê krîza dermanan kûrtir dibe û niha li dermanxaneyan derziyên zatûreyê jî peyda nabin.

Derziyên zatûreyê ji sîgortaya/bîmeya dewletê tên dabîn kirin lê niha di bazarê de nemane û biha derziyekê di navbera 750 heta hezar û 276 lîreyan de ye.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ev demek e krîza dermanan serî hildaye û hinek derman li dermanxaneyan peyda nabin.

Bi nêzîkbûna zivistanê re nexweşiyan jî dest pê kir

Bi nêzîkbûna demsala zivistanê re di serî de persîv, nexweşiyên henasedanê zêde dibin.

Rêya herî bibandor a xweparastina ji nexweşiyên wekî persîv û zatûreyê jî derzî ne.

Tevî ku derziyên zatûreyê di lîsteya dermanên Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) ya bîmeyê de ne û ji aliyê delwetê ve tên dabîn kirin lê ew derzî niha di bazaran de peyda nabin.

Seroka Sendîkaya Dermansazên Tirkiyeyê Nurten Saydan li ser mijarê ji medyaya Tirkiyeyê re axivî.

Nurten Saydan ragihand derziyên zatûreyê di lîsteya heqdayînê ya Wezareta Tendirustiyê de ne lê niha peyda nabin.

Heman derziyên peyda dibin jî bihayên wan di navbera 750 heta hezar û 276 lîreyan de ne.

“Em di peydakirina derziyan de rûbirûyî zehmetiyan dibin”

Saydan ameje bi wê yekê da ku bi hatina zivistanê û sarbûna hewayê dê amarên pêketina bi zatûreyê zêde bibin û got:

“Welatiyên me berî ku zivistan were, dermanên xwe reçete dikin û tên dermanxaneyên me lê em di peydakirina derziyan de rûbirûyî zehmetiyan dibin.

Derziyên zatûreyê ku ji aliyê SGKyê ve tên dabînkirin û divê di bazaran de hebin, mixabin niha di depoyên dermanxaneyan de nînin.

Rêya herî bibandor a xweparastina ji zatûreyê derzî ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst