Nexweşxaneya Dil a Wanê di 3 salan de 378 hezar nexweş derman kirine

13-09-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Nexweşxane Wan
A+ A-

 Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Dil a li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê hejmareke zêde ya nexweşan derman kirine.

Ev navend di sala 2020an de hatiye avakirin û di nav 3 salan de 378 hezar nexweşên dil lê hatine dermankirin, 400 neştergeriyên vekirî yên dil hatine kirin.

Bijîşkê Sereke Doç. Dr. Remzi Sarıkaya got:

“Li navenda me hemû tedaviyên dil têne kirin. Kadroyên me yên bihêz û akademîk hene. Herwiha di aliyê teknîkê de derfetên me baş in.

Em hemû neştergeriyên vekirî û anjiyo yên dil dikin, devikê dil diguherin. Di heman demê de ji derveyî demarên mêjî em hemû neştergerî û tedawiyên demaran jî dikin.”

Nexweşxane hefteyê heft rojan û 24 demjimêran vekiriye

Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê hefteyê heft rojan û 24 demjimêran vekiriye.

Ji beşên Neştergeriya Dil, Kardiyolojî, Çavdêriya Hûr û Neştergeriyê pêk tê.

20 bijîşk û 200 karmendên tenduristiyê tê de dixebitin.

Pisporê Neştergeriyên Dil û Demaran Dr. Murat Sezgîn anî ziman:

“Li navenda me hem ên vekirî û hem ên girtî, hemû neştergeriyên dil tên kirin.

Ji bilî wê bi şev li beşa hawarçûnê neştergeriyên bilez ên demarê sereke û yên baypasê tên kirin.”

Nexweşxaneya Dil, tenê xizmeta Wanê nake, ji parêzgehên Bedlîs, Colemêrg, Mûş, Qers, Agirî, Îdir û Sêrtê yên Bakurê Kurdistanê, Herêma Kurdistanê û Îraqê, Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî nexweş diçin wir û tên dermankirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst