Siruşthezan li ser Çemê Miksê raftîng kir

31-07-2023
RÛDAW
Siruşthez li botên ku danîn ser Çemê Miksê siwar bûn û di parkureke 4 kîlometreyî de raftîng kir
Siruşthez li botên ku danîn ser Çemê Miksê siwar bûn û di parkureke 4 kîlometreyî de raftîng kir
Nîşan Wan Çemê Miksê Raftîng
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Miksê ya Wanê siruşthezan li ser Çemê Miksê raftîng kir.

Navçeya Miksê ku bi xweşikahiyên xwe yên siruştî derdikeve pêş, bi daristan, darên xwe yên gûzan, Çemê Miksê û siruşta xwe mazûvaniya gelek geştyaran dike.

Kulûba Werzişê ya Siruşta Geliyan a Wanê li navçeyê çalakî li dar xist û 58 siruşthez beşdarî çalakiyê bûn û di nava siruştê de geriyan û xweşikahiyên deverê dîtin.

Siruşthez li botên ku danîn ser Çemê Miksê siwar bûn û wan di parkureke 4 kîlometreyî de raftîng kir.

“Miks bi siruşta xwe balê dikişîne”

Serokê Kulûbê Omer Demez diyar kir ku Miks bi siruşta xwe balê dikişîne û wiha got:

"Me li ser Çemê Miksê raftîng kir. Av pir sar bû. Ji ber ku hewa germ bû, em necemidîn. Em her kesî dewetî Miksê dikin. Werin, vê siruşta destpêneketî bibînin û di vê ava xweş de raftîngê bikin."

"Divê her kes were vê derê bibîne"

Sadî Akin jî diyar kir ku siruşta navçeyê bala mirov dikişîne û wiha pê de çû:

"Eger li ser vî çemî raftîng were kirin, ev dê ji bo aboriya navçeyê baş be. Ava wê pir sar e. Siruşta wê newaze ye. Divê her kes were vê derê bibîne."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst