Di 6 mehan de zêdeyî 184 hezar geştyaran serdana Wanê kiriye

01-08-2023
RÛDAW
Nîşan Wan Geştyar Serdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di 6 mehên destpêka îsal de 184 hezar û 591 geştyaran serdana parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê kiriye.

Li gor amarên ku roja duşemê ji aliyê Wezareta Çand û Geştiyariyê ya Tirkiyeyê ve hatine belavkirin di 6 mehên destpêka îsal de 22 milyon û 945 hezar û 402 geştyaran serdana Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kiriye.

Ji wê hejmarê 184 hezar û 591 geştyaran serdana parêzgeha Wanê kiriye ku li Bakurê Kurdistanê navendeke sereke ya geştyariyê ye.

Parêzgeha Wanê ku li Bakurê Kurdistanê herî zêde geştyar serdana wê dikin tenê di hezîrana îsal de pêşwazî li 46 hezar û 796 geştiyaran kiriye.

Wezîrê Çand û Geştyariyê yê Tirkiyeyê Mehmet Nurî Ersoy li bajarê Stenbolê di daxuyaniyeke çapemeniyê de amaje bi amarên nû yên geştyariya Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê da û got:

“Li Tirkiyeyê rêjeya geştyariyê di 6 mehên destpêka îsal de li gor heman serdema sala borî ji sedî 17,5 zêde bûye û Tirkiyeyê pêşwazî li 22 milyon û 945 hezar geştyaran kiriye. Tirkiyeyê di wan 6 mehan de 21,7 milyar dolar dahata geştiyariyê bi dest xistiye.”

Ersoy herwiha ragihand ku armanca wan ew e îsal 56 milyar dolar dahatê ji sektora geştyariyê bi dest bixin û got, ew di 6 mehên destpêka îsal de gihiştine ji sedî 27ê wê armancê. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst