Li Wanê bi hinceta qaçaxcîtiya koçberan 3 kes hatin desteserkirin

21-07-2023
Mihemed Emîn Demir
Nîşan Wan Artemêtan Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Artemêtan a ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ce, hejmarek koçber û 3 welatî hatin desteserkirin.

Rêveberiya Ewlekariya Wanê ragihand, xebatên rêgirîkirina koçberên neyasayî berdewam in. Di çarçoveya xebatên rêgirîkirina koçberên neyasayî de roja 20ê Temûzê tîmên Şaxa Deriyên Sînorî û Qaçaxcîtiya Koçberan li navçeya Artemêtan operasyonek kirin.

Di operasyonê de di xaniyekî ku di bin axê de hatibû çêkirin û ser wî bi naylonan hatibû grtin hejmarek koçber hatin desteserkirin. Herwiha 3 welatiyê ku wan di sînor re derbas kiribûn û li wê derê bi cih kiribûn jî hatin desteserkirin.

Koçberên hatin desteserkirin bo Rêveberiya Îdareya Koçê ya Wanê hatin radestkirin. 3 kesên bi hinceta qaçaxcîtiyê hatin desteserkirin bo Rêveberiya Ewlekariya Wanê hatin birin û derbarê wan de karên yasayî hatin destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst