Serokwezîr Barzanî hîmê Nexweşxaneya Penceşêrê danî

Duh li 01:38
Nîşan Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Nexweşxaneya Penceşêrê Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kevirê bingehîn ê nexweşxaneya herî mezin a penceşêrê ya Hewlêrê danî.

Mesrûr Barzanî li merasîma hîmdanînê got, “Nexweşxaneya penceşêrê dê bi ast û kalitiyeke bilind xizmetê ji gelê me re bike.”

“Çend nexweşxaneyên baş hene”

Serokwezîr Barzanî diyar kir ku ev nexweşxane ji bo Hewlêr û Herêma Kurdistanê gelekî girîng e û li pey çû:

“Li Herêma Kurdistanê çend nexweşxaneyên taybet ên penceşêrê hene ku xizmeteke baş didin.

Nexweşên deverên din ên Îraqê jî ji bo çareseriyê berê xwe didin nexweşxaneyên Kurdistanê.”

Mesrûr Barzanî amaje bi pêdiviyên karmendên tenduristiyê jî da û got ku Covid-19ê bandor li kar û planên wan ên ji bo sektora tenduristiyê kiriye.

“Divê kalîteya sektora tenduristiyê baştir be”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kir ku divê kalîteya xizmetên tenduristiyê gelekî baş be û pê de çû:

“Divê sektorên din û sektora tenduristiyê bi hev re bi pêş bikevin û di vê kalîteya sektora tenduristiyê baştir be.

Divê xelk li nexweşxaneyên dewletê hest xizmeteke baş bike û hinek pêngavên me yên çalak hene.”

“Em texsîr nakin”

Barzanî got, “Rêjeya penceşêrê wekî hemû cîhanê li vir jî zêde bûye” û berdewam kir:

“Lewma jî divê em hem kar li ser tedawiya nexweşên xwe bixebitin û hem jî çareseriya herî baş ji wan re peyda bikin.

Li Herêma Kurdistanê şiyanên zanistî û bijîşkî yên gelekî baş hene ku dikarin bi awayekî baştir xizmetê pêşkêşî gelê me bikin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di dawiya axaftina xwe de şîfa û silametî ji nexweşên penceşêrê xwest û got, “Em ji bo alîkarîdayîna wan texsîr nakin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst