WHO: Li Afrîkayê metirsiya birçîbûnê li ser nêzîkî 130 hezar kesan heye

11-03-2023
RÛDAW
Nîşan Afrîka WHO
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Tendirsûtiyê ya Cîhanî (WHO) hişyariya zêdebûna birçîtiyê li welatên Qoça Afrîqa dide. Dibêje, li wê navçeyê metirsiya ku mirina ji ber birçîbûnê ya nêzîkî 130 hezar kesan heye.

Li gorî WHO nêzîkî 48 milyon kes li navçeya Qoça Afrîqayê, wate Cîbûtî, Etiyopya, Kenya, Somalî, Sûdana Başûr, Sûdan û Uganda, rûbirûyê ne ewlehîbûna xorekê bûne.

Li gorî Tendirûstiya Cîhanî, hejmara herî zêde ya kesên gefa mirinê li ser wan e ji ber birçîbûnê, li welatê Sûdanê ye ku 96 hezar kes in.

Piraniya navçeyên wan welatan rûbirûyê hişkesaliyê bûne, di heman demê de navçeyên din jî ketine ber pêlên lehiyan. Ji ber vê yekê birçîbûneke dijwar li wan welatan heye.

Li gor texmîna WHO, dibe ku îsal li wan welatan 11 milyon û 900 hezar zarokên jêr 5 saliyê rûbirûyî birçîbûn an jî xwarina xirab a tund bibin. Her wiha nexweşiyên cor bi cor jî di nav zarokan de peyda bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst