Zaxo: Zarokek bi nexweşiyeke ku kêm tê dîtin ketiye

01-02-2023
Eyûb Nisrî
Eyûb Nisrî
Zaxo: Zarokek bi nexweşiyeke ku kêm tê dîtin ketiye
Zaxo: Zarokek bi nexweşiyeke ku kêm tê dîtin ketiye
Nîşan Zaxo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Welat Omer ê 11 salî bi nexweşiyeke nexweşiyeke ku kêm tê dîtin ketiye, pizîşk diyar dikin, nexweşî dibe sedem ku hucreyên xwîna wî bihelin û gurçikên wî lawaz bibin, “Heger derziyên pêwîst bikar neyîne dê gurçikên têk biçin.”

Bavê Welêt, Elî Omer ji bernameya Berpirsyar a Rûdawê re got, “Min kurê xwe bir Tirkiyê, encamên wir jî wek yên Iraqê bûn, derziya ku em ji bo dermankirinê bikar tînin li Iraqê nîne û biha ye.”

Elî Omer her wiha anî ziman, “Kurê min ev 2 meh in derziyên wernegirtine û tenduristiya wî xirab bûye, ez karker im û nikarim derziyan bikirim” û daxwaz ji rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dike ku çareseriyekê ji kurê wî re bibînin.

Pisporê gurçikan Dr. Cîsar Selîm ji bernameya Berpirsyar re ragihand ku Welat bi helîna hucreyên sor bûye û gurçikên wî lawaz bûne ku werin guhertin jî ji %70 dibe ku nexweşî dîsa vegere.

Weke ku Dr. Cîsar Selîm amaje bi wê yekê dike, pêwîstiya Welat her hefte bi du derziyan heye, mehê çar derzî dikin ku her yek bi 850 dolaran e. Çareyek heye, ew jî çandina cerg û gurçikan e ku li Iraqê peyda nabe.

Dayika Welêt ji bernameya Berpirsyar re got, “Tenduristiya kurê min nebaş e û pêdiviya wî bi derziyan heye. Em tevahiya Remezana borî li nexweşxaneyê bûn. Ez daxwaz dikim ku kurê min bê dermankirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst