Li Dêrsimê ji ber nexweşiya tebeqê 2 gund hatin karantînakirin

05-02-2025
RÛDAW
Gundekî ku hatiye karantînakirin / Wêne: Alî Haydar Gozlu, Rûdaw
Gundekî ku hatiye karantînakirin / Wêne: Alî Haydar Gozlu, Rûdaw
Nîşan Dêrsim Tebeq Karantîne
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Pêrtagê ya parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê di nav ajelên gundên Komraş û Surguçê de nexweşiya tebeqê (şap) belav bûye.

Parêzgariya Dêrsimê ji bo rêgiriya belavbûna nexweşiyê, her du gund 30 rojan xistine karantînayê û veterîner şandine wir.

“Nexweşiyeke xirab e”

Tahir Nozoglu yê ajeldar got:

“Ji aliyê rayedarên Birêvebiriya Çandiniyê ya parêzgeh û navçeyê ve nexweşî hat destnîşankirin û wan agahî dan me.

Eger her kes li gorî pêdiviyan tevbigere em dê ji vê nexweşiyê rizgar bibin.

Bijîşkên veterîner agahiyên pêwîst dan me û derzî li ajelan dan.

Em berê jî rastî nexweşiyên wiha hatibûn. Nexweşiyeke xirab e.

Divê em li gorî rênimayiyên karantînayê tevbigerin.”

“Ajel ji ber aveke pîs nexweş ketine”

Berî çend rojan li her du gundan gelek berx mirar bûn, Birêvebiriya Çandinî û Daristanê ya Dêrsimê dest bi lêkolînê kir û hat zanîn ku nexweşiya tebeqê (şap) di nav ajelan de belav bûye.

Ajeldar sedema belavbûna nexweşiyê bi kêmbûn û pîsbûna avê ve girê didin.

Bedrî Gulê ajeldar anî ziman:

“Ajelên me 24 saetan carekê avê vedixwin.

Ji ber ku av nîne, çend sal in ajel neçar dimînin ji cihekî ku bakterî tê de hene avê vexwin û bi wê avê ajelên me nexweş dikevin.

Eger rayedar alîkariya me bikin ku em ji bo ajelan rewşeke tendurist a vexwarina avê çêbikin, dê baş be.”

Li navçeya Pêrtagê tevî karantînayê kirîn û firotina ajelan jî hat sînordarkirin.

Ajeldar Alî Dal jî got:

“Ji xwe pirsgirêkên me zêde ne, qet nebe bila ajelên me telef nebin.

Em ji bo qezencê vî karî dikin.

Nexweşiya tebeqê nexweşiyeke gelekî xirab e.

Ev pirsgirêk par jî hebû. Gelek ajelên me mirar bûn.”

Ji bo rêgiriya nexweşiyê tîmên veterîneran ajelan derman dikin û ji bo parastina ajelan ji nexweşiyê zanyariyan didin ajeldaran.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst