ZAXO - Kurdekî ji Bakurê Kurdistanê hat kuştin

10-06-2024
RÛDAW
Nîşan Zaxo Kuştin Bakurê Kurdistanê Ajokar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Zaxoyê Kurdekî ji Bakurê Kurdistanê bi kêrê hat kuştin.

Berdevkê Polîsê Zaxoyê Ehmed Remezan ji Rûdawê re ragihand ku li Medyana Tankeran a li Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîlê (Xabûr) sê ajokar pev çûne.

Li gorî gahiyên ku Ehmed Remezan dane, her sê ajokar jî ji Bakurê Kurdistanê ne û di vê pevçûnê de yek ji wan bi kêrê hatiye kuştin.

Ehmed Remezan diyar kir, ajokarê ku hatiye kuştin 34 salî ye û yê din jî hatiye desteserkirin.

Berdevkê Polîsê Zaxoyê li ser bûyerê ji nûçegihanê Rûdawê Xerîb Mecîd re axivî.

Berdervkê Polîsê Zaxoyê da zanîn ku du kesên bi navê Mahmut S. (30) ku ji navçeya Silopiyayê ye û Yener A. (23) ku ji navçeya Hezexê ye êrişî kesê bi navê Ahmet R. K. (34) kiriye ku ew jî ji Silopiyayê ye.

Li gorî zanyariyan, di encama êrişê de Mahmut S. ku di heman demê de zavayê Ahmet R. K. ye ew bi giranî birîndar kiriye.

Hat ragihandin, heta ku tîmên tenduristiyê Ahmet R. K. gihandiye Nexweşxaneya Zaxoyê wî canê xwe ji dest daye.

Herwiha li gorî zanyariyên ku ketine destê Rûdawê, pêştir di navbera wan kesan de pirsgirêkeke civakî hebûye.

  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst