ZAXO - Çend çalakiyên çandî dê bên lidarxistin

26-03-2024
RÛDAW
Nîşan Zaxo Pira Delal Çalakiyên Hunerî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Rêveberiya Geştyariyê ya Zaxoyê ragihand dê roja şemiyê li Pira Delalê çalakiyên çandî dest pê bikin  û dê heta Cejna Remezanê berdewam bikin.

Ji ber hatina baraneke zêde li Zaxoyê çend cihên geştyarî zerer dîtibûn.

Berdevkê Îdareya Geştyariya Zaxoyê Bêwar Sindî îro ji Rûdawê re axivî û ragihand, ew cihên ji ber lehiyê zerer dîtibûn hatine nûjenkirin.

Bêwar Sindî diyar kir ku dê roja şemiyê li ser Pira Delalê çalakî dest pê bikin  û dê heta Cejna Remezanê berdewam bikin.

19ê Adarê li parêzgeha Dihokê û Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê ji ber baraneke zêde lehî rabibû.

 Li Zaxoyê ji ber lehiyê 410 xanî, 25 otombîl û zêdeyî 130 cihên geştiyarê zerer dîtibûn.

Bêwar Sindî ji Rûdawê re ragihand, beşek ji wan cihên geştyariyê yên ji ber lehiyê zerer dîtine hatine nûjenkirin û ew cihên din jî têne nûjenkirin.

Bêwar Sindî herwiha da zanîn ku piştî lehiyê serdana geştiyaran ji bo Dihokê û Zaxoyê kêm bûye û ji bo balkişandina geştyaran ji 20ê Remazanê heta Cejna Remezanê dê çalakiyên cûr bi cûr pêk bînin.

Cureyên çalakiyan

Li gorî zanyariyan çalakî dê li Zaxoyê bên  darxistin wiha ne:

Pêkanîna şahiyan, xwendina sirûdên olî, pêşangehên hunerên destan û vekirina bazareke cihêreng in.

Çalakiyên li Zaxoyê dê heta dawiya meha Remezanê berdewam bikin.

Zaxo yek ji wan bajaran e ku salane herî zêde geştyar serdana wê dikin.

Li gorî amarên Rêveberiya Geştiyariyê yên Zaxoyê, sala borî zêdetirî  525 hezar geştyaran bajêr ziyaret kiriye.

Yek ji wan projeyên herî berbiçav a geştyariya Zaxoyê projeya geştiyariyê ya Pira Delal e ku di 14ê Tebaxa 2023yan hatibû vekirin.

 Proje ji qehwexane, kafeterya, park, rêya meşê û golekê pêk tê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst