Semsûriyek piştî 31 salan ji derveyî welêt vegeriya û li gund dest bi çandiniyê kir

19-11-2022
RÛDAW
Nîşan Semsûr Swîsre
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Suleyman Akçay cotkarekî gundê Serê Golan ê girêdayî navçeya Heyderan e, li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê. Temenê wî 63 sal in. Piştî 31 sal xeribiyê, li Swîsrayê bi hevjîna xwe re biryara vegera welêt dide û li gundê xwe li ser 500 donim erd dest bi çandina gûz, behîv û fistiqan dike. Li Swîsrayê bi salan di karên cuda de kar kiriye lê niha vê jiyana xwe bi a wî li welatî nade.

Cotkarê ji Semsûrê Suleyman Akçay anî ziman, “Ez di sala 1986an de çûm derveyî welat bo Swîsrayê. Li wir ez di fabrîkayên cuda de xebitîm û min karê xelkê dikir. Heta sala 2017an. Wê demê min got ez êdî karê xelkê nakim û vegeriyam welat. Bexçeyê min hebû û min xwedanî jê kir. Behîv û gûz di bexçeyê min de hebûn û min fistiqên Entabê jî çandin. Ez bi vî karî mijûl im û gelekî razî me. Xwedê kir ku hatime. Ev der bo min gelek ji wir baştir e.”

Li bexçeyê wî 30 karker kar dikin. Ew û hevjîna xwe jî heta êvarî bi wan re dixebitin. Eşqa welat bûye sedem ku  zarokên xwe li Swîsrayê bicihbihêlin û vegerin ser axa xwe.

Cotkara ji Semsûrê Nuriye Akçay got, “Em êdî venagerin û em dê li vir bijîn. Em ji vî karî gelek razî ne. Me gelek bêriya welatê xwe kiribû. Zarokên me li wir mane. Em hinek caran diçin serdana wan.”

Suleyman Akçay pêşbînî dike îsal 30 ton gûz û  40 ton behîv berhem bîne. Darên fistiqan jî nû çandine û bi hêviye di salên pêş de ji wan jî berhemeke baş bidestbixe. Berhemên ku ev malbat berhem tînin bo parêzgehên Tirkiyê û welatên derve difiroşin û bi vî karê xwe bûne mînak bo xelkê navçeyê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst