Guftûgoya Balonê Xelata Heyva Zêrîn werdigire

09-05-2024
Guftûgoya Balonê Xelata Heyva Zêrîn werdigire / Wêne: Rûdaw Grafîk
Guftûgoya Balonê Xelata Heyva Zêrîn werdigire / Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Guftûgoya Balonê Heyva Zêrîn Xelat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bernameya "Guftûgoya Balon"ê ya Tora Medyayî ya Rûdawê li Bexdayê Xelata Heyva Zêrîn werdigire.

Tora Medyayî ya Rûdawê di meha Remezana îsal de li asmanan Bernameya Guftûgoya Balonê amade kir.

Bernameya rengîn a Rûdawê, li Bexdayê hêjayî xelatê hat dîtin.

"Li Herêma Kurdistayê tekane bername ye"

Produserê Bernameya Guftûgoya Balonê Aso Serawî got:

"Ev bernameya Guftûgoya Balonê ya Tora Medyayî ya Rûdawê ya ku meha Remezanê hat pêşkêşkirin, li Herêma Kurdistayê tekane bername ye ku ji bo wê xelatê hatiye pêşniyarkirin."

Rûdawê bi rêya vê bernameya xwe mazûvaniya hunermendên dengzelal û serkeftî yên wekî Nasir Rezazî kir.

Bername di heman demê bû cihê vegotina hestan û hezkirinê jî.

Herwiha dîrokzan, helbestvan, dadwer, rojnameger, wergêr û çend kesayetên din jî bûn mêvanên Guftûgoya Balonê.

Hinek siyasetmedaran behsa mijarên hestyar û balkêş kir.

Guftûgoya Balonê bi saya vê rengîniya xwe û bi bînerên xwe yên zêde û dengvedana xwe hêjayî xelatê hat dîtin.

Aso Serawî li ser wergirtina xelatê got:

"Spas ji Xwedê re ku li Herêma Kurdistanê ev bername xelata yekem werdigire.

Ne tenê ji Herêma Kurdistanê, herwiha welatên Ereban jî çend bernameyên din ketine pêşbirkê.”

Tîma Tora Medyayî ya Rûdawê ji bo çêkirina vê bernameya cuda gelek zor û zehmetî dan ber xwe.

Aso Serawî li ser wan zehmetiyan wiha axivî:

"Divabû te mêvan razî bikira da ku were û biaxive. Li kû derê? Li asman.

Hinek caran mêvan gelekî dudilî dibû û hin caran me nedikarî mêvan razî bikin ku were û siwarî balonê bibe û guftûgoyê bike."

Guftûgoya Balonê bernameyeke gotûbêjî ya cuda bû û şevên Remezanê li televîzyon, radyo, portal û sosyal medyaya Rûdawê dihat weşandin.

Zêdeyî 20 xelekên bernameyê hatin pêşkêşkirin û bernameyê mazûvaniya 15 kesayetan kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst