Li Semsûrê qeza: 5 birîndar hene

15-10-2023
Nîşan Semsûr Qeza Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Serê Golanê ya parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek wergeriya.

Di encama qezayê de 5 kes birîndar bûn.

Li gor agahiyan, otomobîla ku şofêrê wê Abdulkerîm C. bû vê êvarê li ser rêya di navbera Semsûr û Serê Golanê de ji rê derket û wergeriya, di encamê de 5 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîman li cihê bûyerê midaxeleyî birîndaran kir û ew veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Serê Golanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst