Wan: Navendek ajelên kovî derman dike û berdide xwezayê

07-09-2022
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Wan Ajelên Kovî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Wan a Bakurê Kurdistanê, navendeke Dermankirina Ajelên Kovî hatiye danîn û ne tenê teyrik û tilûrên wê parêzgehê, temamê wan teyrikên nexweş û birîndar ên ku ajeldost dibînin û dibin wê navendê jî li wir têne dermankirin û pişt re berdidine xwezayê.

Mirov dema nexweş dikevin berê xwe didin nexweşxaneyan û li çareseriyê digerin lê zîndewerên din ne weke me ne û eger em destê alîkariyê dirêjî wan nekin, ew dê bi tena serê xwe nikaribin xwe bigihînin rêyên çareseriyê.

Teyrê Sîsark, bi gotina pizîşkan çopçiyê jîngehê ne, temamê wan ajelên mirî dixwin û nahêlin nexweşî û virus ji laşê wan tevlî hewayê bibe û belav bibe, heta niha 6 sîsark li wê navendê hatine dermankirin.

Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê welatiyekî di 31ê Tebaxê de sîsarkeke birîndar û birçî dîtibû; ew sîsark niha li Navenda Dermankirina Ajelan û Teyrikan ya Wanê tê dermankirin.

Rêveberê Navenda Dermankirina Ajelên Kovî Luqman Aslan got, “Ji ber ku li derdora Gola Wanê gelek ajel û teyrikên kovî dijîn, gelek ajel û teyrikên birîndar tînin navenda me. Em jî wan derman dikin û dişînin nav xwezayê.”

Tenê di nava vê hefteyê de, du Sîsark ji bo dermankirinê radestî vê navendê hatine kirin.

Rojane birînê wan tên dermankirin, xwarinê didin wan û li jêr çavdêriya Veterîneran de ne.

Rêveberê Navenda Dermankirina Ajelên Kovî Loqman Aslan anî ziman, “Sîsark pakkerê jîngehê ne, karê wan pakkirina xwezayê ye û bi vî awayî pêşî li belavbûna nexweşiyan jî digirin, ji ber ku ew ajel û balindeyên mirî dixwin û bi vî awayî nahêlin mîkrob di nav hewayê de belav bibin.”

Vê navendê îsal 6 sîsarkên nexweş û birîndar derman kirine û dîsan vegerandine nav xwezayê.

Li derdora Gola Wanê nêzîkî 450 corên teyrikan hene; 230 cor ji van teyrikan ên koçer in, salane koç dikin û dîsan vedigerine Wanê.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst