Li Wanê îsal 200 ajelên kovî hatin dermankirin

17-09-2023
RÛDAW
Nîşan Wan Ajelên Kovî Dermankirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê, îsal 200 ajelên kovî li Navenda Parastin û Dermankirina Ajelên Kovî hatin dermankirin û piştî baş bûne li jîngeha xwe hatine vegerandin.

Li Navenda Parastin û Dermankirina Ajelên Kovî ya li Zanîngeha Yuzuncî Yilê ya Wanê, 8 mehên destpêkê yên îsal 200 ajelên kovî hatin dermankirin.

Rêveberê Navenda Parastin û Dermankirina Ajelên Kovî Prof. Dr. Lokman Aslan got:

“Niha li navenda me pezkoviyek heye. Tîman ew ji Colemêgê anî. Dema ew anî hîn jî navika wê hişk nebûbû.

Lê niha mezin bûye û li bendê ye ku êdî li xwezayê bê vegerandin. Ji Çaldiranê hirçek lingê wê di bûyereke trafîkê de şikestî heye, ew jî hatiye dermankirin û amade ye biçe nava xwazayê.”

Navenda Parastin û Dermankirina Ajalên Kovî berî 11 salan hatiye avakirin.

Xelk ajelên birîndar radestî beytaran dike

Dema xelk ajelên westiyayî, birîndar û nexweş dibîne wan dibe navenda dermankirinê û radestî beytaran dike.

Ajel li wê navendê tên dermankirin û piştî baş dibin li cihê lê hatine dîtin dîsa tên berdan.

Prof. Dr. Lokman Aslan herwiha got, “Armanca me ew e bêyî ku dengeyên ekolojîk bên têkdan, em bi xebatên xwe karibin van emanetên xwezayê biparêzin û radestî nifşê paşerojê bikin.”

Guherîna keşûhwayê bandor li zedebûna ajelan kiriye

Pispor dibêjin, guherîna keşûhwayê ji sedî 90 bandor li zêdebûna ajelên kovî kiriye û niha nifşê hinek ajelan ber bi nemanê ve diçe.

Li gorî pisporan, hişkesalî çend sal in dijwar bûye û bi awayekî neyînî bandorê li jîngehê dike, lewra parastina ajelan gelekî girîng e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst