Pirsgirêk ne li Bexdayê lê li Kurdistanê ye

25-03-2023
Arif Qurbanî
Nîşan Herêma Kurdistanê Iraq
A+ A-

Her kesê ku têgihiştina wî ya siyasî ya herî xwerû hebe, dizane ku piştî guhertinên hatina Amerîka ji bo deverê û hilweşîna Sedam Hisên, derfet peyda bû û rê li ber şîeyan xweş bû ku desthilata Bexdayê bigirin destê xwe. Lê garantî û serketina wan li ser wê yekê mabû ka şîî heta çiqasî qîmeta vê firsend û derfetê dizanin.

Encam û ezmûna bîst salên borî tekez kir ku ˈmala şîîˈ ji wê yekê hişyartir in ku bi tenê fena melayên ser bi şaşik li wan bê mêzekirin. Derket holê ku plana wan a stratejî ya demdûr heye ne bi tenê ji bo çawaniya zeftkirina desthilatê li Bexdayê, lêbelê ji bo kontrolkirina hemû Iraqê û tekûzkirina desthilata şîî li ser tevaya Iraqê bi beşên wê yên sunî û kurdî ve jî. Ji vê zêdetir jî Iraq kirin xeleka bi hevve girêdana şîeyên Sûriyê û Libnanê bi navenda şîeyên cîhanê ve ku Îran e.

Tu yek ji bûyerên mezin ên 20 salên borî ku li Iraqê qewimîn û di encamê de bûn sedem ji bo bihêzkirina desthilata şîeyan, berê û niha jî ne bûyerên zikmakî bûn; lêbelê hemû beşek ji wê plana stratejî ne ku ji bo şîekirina Iraq û navçeyê hatiye danîn.

Pêngav û planên wan wek livandina (piyonên kişikê) ye dema ku ji aliyê lîstikvanekî tecrûbedar ve tê ezmûnkirin. Tew pişka herî zêde ya pirsgirêk û nakokiyên navxweyî yên partiyên sunî yên ereb û Kurdistanê, her wiha nakokiyên siyasî yên herêmê jî ne li derveyî wan plan û armancan in.

Li ku derê pêwîstî pê çêbûbe ku nêzîkî û yekhelwestiya wan xizmeta desthilata şîî bike, av reşandine ser agirê nakokiyên xwe û bi hev re statûya şîeyan xurt kirine. Her demekê jî wiha hewce kiribe ku nakokiyên navmala kurdan rê li ber serdestî û hegemonyaya şîeyan xweş bike, derz xistine navbera Kurdan.

Ne bi tenê bûyerên Iraqê, lê gava meriv wêneyê mezin ê navçeyê tîne pêş çavên xwe, dema meriv tektîk û pêngav û livûtevgerên şîeyan li Yemen, Erebistana Siûdî, Oman, Hindistan, Pakistan û Efganistanê dinirxîne, guman li nik mirovî dirust dibe ku dînamoya vê pêvajoyê ne bi tenê Îran e, lê dibe ku navendên cîhanî yên mezintir li pişt van bûyeran bin. Ne dûr e di wêneyê lîstikeke mezintir de Îran bi xwe jî piyoneke kişikê be.

Herêma Kurdistanê fena erdnîgarî û qebare, di nav vê hevkêşeyê de piçûk e, lê giringiyeke wê ya mezin heye. Şîî wê li pêşber proseya şîekirinê wek kelem dibîne û ew tirs jî jê heye ku bibe deriyê hatina neyarên wan, lewma dixwazin wê bişikînin, ji ber ku nişteciyên wê ne şîî ne da ku bi vê rêyê bi hêsanî serdestî û hegemonyaya xwe li ser ferz bike.

Rast e erdnîgariya wê jî beşeke girêdayî Iraqê ye, ku ji hêla şîeyan ve tê birêvebirin, lê Herêma Kurdistanê xwediya wê taybetmendiyê ye ku berî dirustbûna Iraqa şîî bi zêdetirî 10 salan wek defaktoyeke qebûlkirî herêmeke îdarî û cografî ya cuda bû ji Iraqê.

Piştî ketina Sedam jî ku wî çaxî di pêngava yekem da pêdiviya şîeyan bi piştevaniya kurdan hebû ji bo çespandina statûya desthilata şîeyan li ser Bexdayê, di destûrê de ev defaktoya kurdan bi cih kirin.

Her çiqasî pir bi hûrî ji bo rakirina wan her du keleman dixebitin, çend sal in bi rêya kirîna hindek mela, şêx, tîre û tayifeyên ku mezheba xwe guhartine û bûne şîî, dixwazin derbasî nav civaka kurdî bibin. Li Bexdayê jî tiştê ku bi rêya desthilata cîbicîkirin û yasadanînê ji destê wan hatibe, kirine. Ya ku bi wan nehatibe kirin jî, dixwazin bi desthilata dadgeha federal bidin kirin ku di demdûrê de heta jêstandina çekên destê pêşmergeyan jî di plana wan de heye.

Lê rastiyek heye pêwîst e li ber çav bê girtin, ew jî ew e ku eger kurd bi xwe rê ji bo şikandina kurdan xweş nekin, taybetmendiyên wan wiha dikin ku şikandina wan zehmet be. Ya ku li dema borî li parlamento û hikûmetê û heta niha jî dadgeha federal kiriye, çi rasterast bûbe yan ne rasterast, kurd bi xwe sedem û alîkar bûn. Di siberojê de jî tiştê di plana wan de hebe eger kurd bi xwe rê jê re xweş nekin, bi cih nayê.

Bi kurt û kurmancî, rast e Bexda ji bo Kurdistanê pirsgirêk e, lê pirsgirêka mezin li Kurdistanê ye û kurd bi xwe ne. Partî û siyasetvanên miletê me ne ku rê li ber wê yekê vedikin zulm li miletê me bê kirin, dîsa ew dikarin berovajî vê yekê bikin û bibin sedema xêr û xweşiyê ji bo gelê Kurdistanê. Ango ew hem derd in û hem jî derman in.

A ku vêga bûye cihê dilgiraniyê û heta radeyekê tirsê jî ku di siberojê de biryarên metirsîdartir dijî Herêma Kurdistanê derxe, biryarên dadgeha federal in li ser mijara petrola Kurdistanê û pişka budceya Herêma Kurdistanê li Bexdayê ku her du bi ziyana Herêma Kurdistanê yekalî kir. Metirsiya wê yekê jî heye ku bi heman awayî biryara neyînî li ser pişka xwarin û derman û pêdiviyên pizîşkî yên hemwelatiyan bide.

Divabû pêşî biryarên vê dadgehê bi dengê tevaya endamên wê bin. Hebûna kurdan li nêv dadgehê heta radeyekê cihê cûreyekî ji piştrastbûnê bû ku dadgeha federal dijî Herêma Kurdistanê neyê bikaranîn, lewma ji damezrandina vê dadgehê ve piştî hilweşîna Sedam û heya berî du salan tu biryarek ji vê dadgehê dijî Herêma Kurdistanê derneket.

Lê di sala 2021ê de bi rêya guhartina yasa û heykelê wê, bi armanca ku bikarin wek alavekê di qonaxên bê de bi kar bînin, di vê yekê de jî nebûna yekîtiya kurdan û hindek karakterên kurd rêxweşker û ˈkirîvˈên derxistina yasayê bûn, bi awayekî hate dariştin ku hebûna dadwerê kurd tu roleke wî di parêzbendiya mafê Herêma Kurdistanê de nebe, lewma em dibînin ku van her du salan ev dadgeh jî kirine alaveke din a pêkanîna armancên şîegeriyê (belavkirina mezheba Şîe).

Tevî ku vêga ev dadgeh jî wek desthilata herî bilind a yekalîkirina pirsgirêkên qanûnî û destûrî bûye beşek ji wê proseyê, lê dîsa jî tişta ku dibe sedem da ku bi hêsanî bikare desthilatên xwe dijî siberoja kurdan û gelê Kurdistanê bi kar bîne, rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê û helwesta hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê ye.

Yekîtiya Kurdan dikare keleman li pêşiya xwestek û armancên mezhebî yên li pişt vê dadgehê dirust bike, nakokî û hevrikiyên hêzên siyasî jî destê wê dadgehê vedike ku proseya dorpêçkirina Herêma Kurdistanê leztir bike. Lewra hewce nake ku şêniyên Kurdistanê gilî û nerazîbûnê li hember Bexdayê nîşan bidin, çunke yê ku divê were şermezarkirin ne Bexda lêbelê Kurd bi xwe ne!

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst