Dîroka pêwendiya petrola Kerkûkê û Kompanyaya British Petroleumê (BP) vedigere beriya zêdetirî 100 salî û digihîje qonaxa destpêka dîtina petrolê li hemû Îraqê û Rojhilata Navîn. Wê demê Kompanyaya British Petroleumê (BP) di nava sê mehan de karî li zeviya petrolê ya Babagurgurê yedeka 12 mîlyar barmîlên petrolê bibîne û bike yek ji zeviyên petrolê yên qerase yên wê demê û niha jî di sektora enerjiyê de.
Piştî hilberîna petrolê di sala 1934an de û heta niha, bê ti pêşvebirin û nûjenkirina teknolojiya hilberînê li wan çar zeviyên petrolê yên Kerkûkê ku petrol di wan de tê hilberandin, li gel veberhênana di du zeviyên din de jî, asta yedeka zeviyên petrolê yên Kerkûkê ji bêhtirî 20 mîlyaran daket 10 mîlyar bermîlên petrolê. Asta hilberînê jî ji yek milyon bermîlên petrolê yên rojane daket 350 hezar bermîlên petrolê yên rojane.
Kompanyaya ku vedîtina petrolê eşkere kir û zeviya wê ya petrolê bi cîhanê nasand, niha careke din vegeriyaye bo nûjenkirina amûrên teknolojîk, rastkirina xirabiya yedeka zeviyên petrolê yên Kerkûkê, bilindkirina asta hilberîna petrolê, neşewitandina gaza hevber û hilberîna gazê bo santrala elektrîkê ya wî bajarî.
Kerkûk û deverên din jî piştî sala 2003yan wekî herêmên cihê nakokiyê yan navçeyên Madeya 140ê ya destûra daîmî ya Îraqê hatine binavkirin. Piştî derbasbûna 20 salan û bidawîbûna soza dawî ya kabîneya hikûmeta Îraqê ya ji bo derxistina qanûna gaz û petrolê di şeş mehên yekem ên karkirina wê de ku niha sê sal derbas bûne û 9 mehên karkirina wê mane, hemû pirsgirêkên têkildarî gaz û petrolê li Îraqê bê çareserî mane.
Li derveyî girîngiya nakokiyên Hewlêr û Bexdayê li ser vê mijarê, du pirsên girîng ên din jî hene, ew jî ev in: Nerîna Îraqê li ser mijara enerjiyê (Gaz û petrol), girîngiya yedeka petrola Kerkûkê û hewla berdewam a Kompanyaya BP ji bo zeviyên petrolê yên Kerkûkê û veberhênana di wan de di serdema net zero û veguherîna ber bi enerjiya nûjbûyî ve?
Petrola Kerkûkê; piştî sedsalekê hêj çavkaniyeke 10 mîlyar bermîlî
Zeviyên petrolê yên Kerkûkê wek kevintirîn zeviyên petrolê li Rojhilata Navîn û cîhanê tên nasîn û ji bo cara yekem petrol li vê herêmê ji Kerkûkê hat derxistin. Zeviyên petrolê yên Kerkûkê ji şeş zeviyan pêk tên ku heta niha veberhênan an jî kolandin li çar zeviyan hatiye kirin û bi sedema birêvebirina xirab ji destpêkê heta vê dawiyê jî asta yedeka petrolê û hilberîna wê gelekî kêm bûye.
Di rastiyê de, dîroka Kompanyaya British Petroleumê (BP) li Îraqê û Kerkûkê digihîje destpêka dîtina petrolê li hemû Îraqê, dema ku di salên 1920an de Kompanyaya Anglo-Persian dest bi lêgerîn û kolandina bîrên petrolê li vê deverê kir.
Di destpêka salên 1920an de ji aliyê Kompanyaya Petrolê ya Tirkî (Ku paşê navê wê hat guhertin û bû Kompanyaya Petrolê ya Îraqê) dest bi lêgerînê hat kirin û çaremîn bîra ceribandinê li nêzî Kerkûkê hat kolandin û navê wê kirin "Baba Gurgur", ku tê wateya "bavê agir". Di rastiyê de, nav ji wan agiran hatiye ku berdewam li ser petrol û gaza pijiqî ji wan erdên Kerkûkê dişewitîn.
Di nava sê mehên karkirina şirketê de û li saet sisêyê sibeha 14ê Çiriya Pêşîn a 1927an, dema ku tîm gihîşt kûrahiya kolandinê, petrol û gaz derketin jor. Pijiqîna petrolê ewqas bilind bû ku 42 metreyan ji birca zeviya petrolê bilindtir derket û ne tenê rûber û dorhêla zeviyê dagirt lê bi rûberê 400 donimê xwe kir petrol ku rojane 90 hezar bermîlên petrolê rijiyane heta ku hate kontrolkirin (Ellen R. Wald, 2018).
Li gor heman çavkaniyê, di sala paşê (1928) de şirketê bîreke din koland û derxist ku zeviyeke petrolê bi dirêjahiya nêzîkî 48 km li bin qateke tenik a kevir li navçeya Kerkûkê heye. Piştre hat diyarkirin ku bi tenê nêzîkî 12 mîlyar bermîlên petrola yedek li wê zeviyê hene ku wê demê û niha jî yek ji zeviyên mezin ên petrolê yên cîhanê ye. Piştre hilberîna petrolê ji zeviyê heta sala 1934an dereng ket.
Vêga li gor daneyên herî nû yên Global Energy, tomeriya yedeka petrolê ya zeviyên petrolê yên Kerkûkê yên hatine kolandin û veberhênan li wan hatiye kirin gihîştiye 8.9 mîlyar bermîlên petrolê. Vê dawiyê jî li gor lêkolîneke rêveberiya depoyan û pêşvebirina zeviyan li Kompanyaya Niştimanî ya Petrolê ya Îraqê, struktura du zeviyên din li Kerkûkê bi navên Xedîr û Tel Elî bi şêweyeke nû hat dîtin ku bi tevahî 1.3 mîlyar bermîlên petrolê li wan heye û tibaba zêdeyî 400 mîlyon bermîlên petrolê yên van her du pêkhateyên nû ji aliyê teknîkî û aborî ve ji bo veberhênanê guncav in.
Her wiha raporên Kompanyaya SOMOyê ji bo hinardekirina petrola Îraqê nîşan didin ku di Kanûna Paşîn a 2024an de zeviyên petrolê yên Kerkûkê bi tibaba 266 hezar û 715 bermîlên rojane beşdarî hinardekirina tevahiya petrola Îraqê ya ji bo derve bûne û niha jî asta hilberîna petrolê li wan çar zeviyan li Kerkûkê di navbera 350 hezar heta 360 hezar bermîlên rojane de ye ku li gor yedeka wê pir kêm e.
Nerîna Bexdayê li ser mijara gaz û petrolê
Bajarê Kerkûkê di destûra demkî û daîmî ya Îraqê de wekî navçeyeke cihê nakokiyê hatiye binavkirin û dihat hêvîkirin ku di rêveberiya nû ya Îraqê ya piştî ketina rejima Sedam Husên de ev mijar were çareserkirin, bi awayekî di rapirsiyekê de şêniyên resen ên bajêr deng bidin ku ev parêzgeh ser bi tekane herêma dewleta federal be yan jî rasterast parêzgeheke dewleta federal be. Nêzîkî 20 salan piştî nivîsîna çareserkirina vê arîşeyê di Madeya 58ê ya destûra demkî û Madeya 140ê ya destûra daîmî ya Îraqê de hêj nehatiye bicihanîn û kî xwedî hêz bû petrola vî bajarî bi rê ve biriye.
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî di heman roja serdana xwe ya Brîtanyayê de li rojnameya Telegraphê got: "Di gotûbêjên xwe yên li gel Serokwezîrê Brîtanya û berpirsên bilind de, ez dê bala xwe bidim ser rêyên piştgirîkirina çêkirina jêrxan û pêşvebirina sektorên hilberîner, nemaze enerjiyê ku hêj movika pişta aboriya Îraqê ye. Roleke sereke ya şirketên navdar ên Brîtanyayê ji bo çend salan di pêşvebirina zeviyên petrolê yên girîng wekî Rumeyle û Kerkûkê de hebû. Van dawiyan jî ev hevkarî xurttir bûye bi rêya peymaneke nû li gel yek ji mezintirîn şirketên Brîtanyayê (BP) ji bo damezrandina projeyeke mezin ya gazê ku çêkirina zeviyên Kompanyaya Petrola Bakur û avakirina jêrxana berfireh ji bo pîşesaziya petrolê li xwe digire."
Li hemberî vê yekê hikûmeta Herêma Kurdistanê berî çûna Sudanî ji bo Londonê, bi rêya ragihandinekê nîşan da ku "Vêga hikûmeta Îraqê amadekariyê dike ku bi awayekî yekalî gaz û petrola van navçeyan bibe. Her wiha hikûmeta federal di hewla wê yekê de ye ku peymanên gaz û petrolê îmze bike." Ev jî nîşana nerazîtiya hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.
Rastiyeke din jî di vê mijarê de negûherîna nerîna Îraqê ye di birêvebirina mijara gaz û petrolê de ji roja yekem heta îro ku rêvebirineke navendî ya xurt û rêvebirineke lawaz a navxweyî ya herêm û parêzgehan li Îraqê ye, di demekê de ku piştî 2003yan û di destûra nû ya Îraqê de berevajî vê hatiye ku cureyek ji nenavendîtiyê ye û rola herêm û parêzgehan xurt kiriye û desthilata hikûmeta navendî lawaz kiriye (Kemal Mehdî, 2006).
Vegera BP li Kerkûkê bi şêweyeke nû ya peymana petrolê
Piştî ketina rejimê û di destpêka 2005an de, Wezareta Petrolê ya Îraqê zeviya petrolê ya Kerkûkê da Kompanyaya Shellê ya Brîtanî û zeviya petrolê ya Rumeyleyê da British Petroleumê (BP) ji bo lêkolîneke zanistî û çawaniya geşkirin û bilindkirina asta hilberîna petrolê li wan her du zeviyên mezin ên Îraqê, lê çavê BP li ser Kerkûkê bû.
Di rastiyê de, vegera Kompanyaya British Petroleum (BP) li Kerkûkê piştî sedsalekê û îmzekirina çend peymanan di heyama dehsaliya borî de pirseke girîng e ku li gorî peymana berê ya di navbera Wezareta Petrolê ya Îraqê û Kompanyaya BP de, peymana nû zeviya petrolê ya Bay Hesen (Domî Baba û Avane), zeviya petrolê ya Cembûr û Xebazê ku vêga ji aliyê Kompanyaya Petrolê ya Bakur (NOC) ya hikûmeta Îraqê ve tên birêvebirin li xwe digire.
Kompanyaya Brîtanî ji sala 2010an ve hevkariya hilberîna petrolê li qada petrolê ya Rumeyle de bi peymana xizmetguzariya sermayeguzarî kiriye, ji sala 2013an ve jî peymana şêwirmendî ji bo qada petrolê ya Kerkûkê kiriye lê bi sedema bûyerên 2014an heta 2017an karek tê de nekir. Careke din di Kanûna Duyem a 2018an de peymaneke nû ji bo lêkolîna bilindkirina binesaziya zeviyan û pêşvebirina wan îmze kir û di gulana heman salê de jî peyman hat berfirehtirkirin ku wê demê qada petrolê ya Xurmeleyê jî li xwe digirt ku di bin desthilata hikûmeta Herêma Kurdistanê de bû lê ev jî nehat bicihanîn.
Her wisa, di destpêka îsal (2025) de jî gotûbêj wiha zêde bûn ku rojên betlaneyê jî berdewam bûn heta gihîştin nivîsandina reşnivîsa xalên herî dawî û guherîna peymanê ji peymana xizmetguzariyê bo peymana hevpariya di qezencê de.
Di vê serdana Mihemed Şiya Sûdanî ya Brîtanyayê de bingehên sereke yên peymanê hatine îmzekirin, piştre jî kabîneya Encûmena Wezîrên Îraqê pesend kir. Peymana nû zeviya petrolê ya Bay Hesen bi her du (Domî Baba û Avane), zeviya petrolê ya Cembûr û Xebazê li xwe digire, ji bilî projeyên wekî veberhênana gaza hevber û hilberîna elektrîkê ji enerjiya tavê.
Her wisa şêweya nû ya peymanê ku ji cureya modela hevpariya di qezencê de ye, ji peymana xizmetguzariyê (SC) bêhtir nêzî peymana hevkarya hilberînê (PSA) ye ku ev jî wê rastiyê derdixe holê ku piştî 20 salan bo bilindkirina asta hilberînê, nûkirina karîna amûrên zeviyan, neşewitandina gaza hevber, zêdekirina asta hilberîna petrolê û rastkirina xirabiya yedeka petrola zeviyan Îraqê hewara xwe gihand şirketên navneteweyî yên petrolê.
Di rastiyê de, şêweya nû ya peymana Îraqê ya gaz û petrolê ku ji bo vê peymanê û di gerên 5 plus û şeş de pêrew kir, di yek xalê de ji peymana hevkariya hilberînê (PSA) cuda ye, ew jî ev e ku komapnya nebe xwedî yan jî hevpara petrol û gaza hatî dîtin, li şûnê, hevpara qezenca wê petrol û gaza ku tê hilberandin û bi rêjeyên cuda tê firotin ku di peymanên berê yên vê cureyê de para şirketan gihîştiye rêjeya ji sedî 32yê bo şirketa veberhêner û eva BP ji bo Kerkûkê çiqas e bila em li bendê bin.
Kompanyaya BPyê yek ji mezintirîn şirketên sektora enerjiyê ya cîhanê ye ku li gorî stratejiya şirketê divabû veberhênana di enerjiyên berbelav de petrol û gazê kêm bike û heta sala 2050î bigihîje asta net zero û tevahiya veberhênanên xwe veguhêze enerjiyên nûbûyî.Ev peymana li Îraqê û peymana berê ya li Kuwêtê nîşan didin ku şirket û cîhan hêj hewcedarî enerjiyên berbelav in, xasma ji bo deh salên bê.
Dûmahîk
Zeviyên petrolê yên Kerkûkê yek ji wan zeviyên li Îraqê ne ku ji sala 1934an ve petrol tê de tê hilberandin. Heta niha veberhênan û pêşvebirina wan ji bo zêdekirina hilberîna petrolê nehatiye kirin, vê jî wer kiriye ku asta hilberîna petrolê û yedeka wê jî kêm bibe. Ev peymana nû ya Îraqê bi BPyê re ji bo rêkxistina karîna bîran û vegerandina asta xwezayî ya yedeka bîran bi teknolojiya nû û pêşvebirina zeviyan ji aliyê bikaranîna avê yan gazê ji bo bîran ku dikare asta hilberîna wan zeviyan derbasî qonaxeke nû bike.
Li gorî peymana nû, kompanyaya Brîtanî dê dest bi kolandina 16 bîrên nû û damezrandina amûrên pêwîst ji bo neşewitandina gaza hevber û cudakirina gazê ji petrola tê hilberandin û veguhastina wê ji bo santrala elektrîkê bike. Her wiha, vegerandina asta hilberîna petrola Kerkûkê ji bo nêzîkî nîv milyon bermîlên neftê di rojekê de, ji ber ku ew çar zeviyên ku biryar e kompanyaya Brîtanî veberhênana wan bi şêweya peymana hevpariya qezencê bike, rêjeya ji sedî 98ê ya tevahiya yedeka piştrastkirî ya petrola Kerkûkê pêk tîne.
Her wisa, ji aliyê guncîna teknîkî û aborî ve ji bo veberhênanê, li ser asta hemû Îraqê bilindtirîn rêje li ser petrola Kerkûkê heye, bi awayekî ku asta şiyanbûna wê (Recovery Factor) digihîje ji sedî 58ê ya tevahiya çavkaniyê, di demekê de ku zeviya petrolê ya West Qurne li Besrayê şiyanbûna wê ya aborî ya ji sedî 42 ye.
Di dawiyê de, xaleke balkêş jî di vê peymana nû ya BPyê ya li Îraqê de vegera bo enerjiyên berbelav e, di demekê de ku di rapora stratejiya 2020 ya şirketê de nîşan dabû ku dê dawî li veberhênana enerjiya berbelav bîne û pereyan bo veberhênana enerjiya nûjen veqetîne û bigihîje asta net zero heta sala 2050î yan jî berî wê. Ev veguherîn nîşan dide ku petrol û gaz dê hêj di paşerojê de roleke girîng bilîzin, wekî ku vegera BPyê bo Kerkûkê piştî sedsalekê jî ne tenê ji aliyê aborî ve lê ji aliyên din ve jî girîng e.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse