Omer Nûredînî
Dîplomasiya kongreyan ku ji rêzek civîn û dîdarên di navbera nûnerên dewlet, hikûmet, qewareyên siyasî û rêxistinên navneteweyî û herêmî de di çarçoveya kongreyeke rêkxistî de pêk tê ku tê de gotûbêj, pevguhertina bîr û baweriyan û danûstandin li ser gelek mijar û pirsên cîhanî, herêmî û têkildarî berjewendiyên hevbeş di nav beşdaran de tê kirin.
Ev civîn ji bo çareserkirina pirsgirêkan rê û rêbazên taybet diyar dikin û nêrîn û helwestên hevpişk li ser wan zelal û formule dikin.
Amadebûn û beşdariya dîplomasiya kongreyan ji gelek aliyan ve girîng e û bi awayekî taybetî sereke ye. Platformek e ji bo hevgihana kesayetiyên siyasî û dewletmedarên ku li welatên xwe xwediyên biryara siyasî ne, bi vî rengî di wan kongreyan de bi awayekî çêtir îradeya siyasî ya hevbeş a civaka navneteweyî ji bo rûbirûbûna gefan zelal dibe.
Her wiha derfet peyda dibe ji bo nûnerên hin welatên ku pirsgirêkên wan bi hev re hene ku danûstandinê bikin û bi rêya gotûbêjan nêzîkî hev bibin.
Ji bilî vê, dîplomasiya kongreyan rê li ber peymanên dualî û çendalî li ser pirs û berjewendiyên hevbeş ên welatan vedike.
Nêçîrvan Barzanî wekî kesayetiyeke siyasî di nav xeleka elîta bilind a siyasî ya welêt de, çi dema ku serokwezîrê hikûmeta herêmê bû û çi niha ku serokê Herêma Kurdistanê ye, her tim di siyaseta xwe ya dîplomatîk e girîngiyeke mezin daye dîplomasiya kongreyan.
Barzanî dixwaze ji vê minberê qewareya siyasî ya Herêma Kurdistanê bibe aliyekî beşdar di bizava dîplomatîk a cîhanî de û jê veneqete.
Beşdariya cenabê wî di kongreyên navneteweyî de wek: Kongreya Ewlekariyê ya Mûnîhê, Kongreya Aborî ya Davosê, Kongreyên Guherîna Avhewayê û gelek forum û civînên din yên navneteweyî. Ev beşdarî nimûneyên zindî yên vê girîngî û bayexdariyê ne.
Nêçîrvan Barzanî, wek endazyarê beşdariya Herêma Kurdistanê di dîplomasiya kongreyan de, bi vî karê xwe xwestiye ku ev beşdarî ji bo Herêma Kurdistanê bibe sedema bicihanîna gelek armancan û gelek wate û amajeyên siyasî şênber bike, wek:
Hebûna siyasî: Beşdariya Herêma Kurdistanê di van kongreyan de nîşan dide ku gelê Kurdistanê hebûneke siyasî ya xwedî cih û erk di nav civaka navneteweyî de heye.
Rol û îrade: Qewareya siyasî ya Herêma Kurdistanê xwedî hêz û bandoreke mezin e ku dikare li ser pirsên têkildarî civaka navneteweyî rolekê bigerîne, wek: ewlekarî, aramî û aştî, ewlekariya enerjiyê, dijberiya teror û tundrewiyê, pabendiya bi bingehên demokrasî û jiyana aştiyane û azadiya siyasî û mafên mirovan.
Peydakirina derfetan: Di wan kongreyên navneteweyî de derfet peyda dibe ji bo hevdîtin û pevguhertina bîr û bawerî û gotûbêjên dualî û hevbeş di navbera serokê Herêma Kurdistanê û serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dîdar û gotûbêja bi serok û paşa û mîr û serokên hikûmet û nûnerên welatan re, ji bo xurtkirina pêwendiyan û parastina berjewendiyên hevbeş.
Çareserkirina arîşe û pirsgirêkan: Di wan kongreyan de derfetên wisa berbiçav ji bo Herêma Kurdistanê derketine pêş ku bikaribe pirsgirêkên xwe yên bi aliyên nakok re, bi rêya wan kongreyan çareser bike.
Wekî mînak, sala 2017an dema hikûmeta Îraqê hêzên leşkerî li dijî Herêma Kurdistanê bi kar anîn û Herêma Kurdistanê berevaniya xwe kir, du hevdîtinên girîng di navbera Nêçîrvan Barzanî (ku wê çaxê serokwezîrê Herêma Kurdistanê bû) û Heydar Ebadî (serokwezîrê wê demê yê Îraqê) de roleke yekalîker gerandin ku rewşa şer veguherînin rewşa aştiyê û krîzê kontrol bikin, paşê jî rewş di du kongreyên navneteweyî de asayî bû: Kongreya Aborî ya Davosê li Swîsreyê (2018) û Kongreya Ewlekariyê ya Mûnîhê li Almanyayê (2018).
Derketina Herêma Kurdistanê wek aliyekî (ji aliyên pêwendiyên navneteweyî û herêmî): Dema ku Serokê Herêma Kurdistanê yan Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo van kongreyan bi awayekî fermî tên vexwendin, pêşwazîkirin û bixêrhatina wan li gorî protokola navneteweyî tê kirin, hevdîtinan bi nûnerên bilind ên welatan re pêk tînin, alaya Kurdistanê li gel alaya Îraqê tê danîn û hilandin. Ev hemî nîşan in ku Herêma Kurdistanê, her çend ne dewlet e lê wekî aliyekî ji aliyên pêwendiyên navneteweyî tê hesibandin.
Di kongreya ewlekariyê ya Mûnîhê ya vê salê de, ku di rojên 14-16ê Sibatê de li Almanyayê tê lidarxistin, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî amade û beşdar e.
Bê şik, di vê bûyera dîplomatîk a bilind de, hevdîtinên wî yên girîng dê bi nûnerên welatan re hebin û nêrîna xwe ya taybet li ser gelek dosyeyên girîng, wek: Sûriyeya nû, ewlehî û aramiya siyasî û civakî ya navxweyî ya Îraqê, metirsiyên teror û tundrewiyê, bandorên nexwestî yên koçberiyê, ewlekariya enerjiyê li navçeyê, pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexda û welatên derdorê, nîşan dide.
Her wiha, amadebûna Herêma Kurdistanê ji bo beşdariya çalak di tekûzkirina aştî û ewlekariya navneteweyî de di Rojhilata Navîn tekez dike.
Bi saya ezmûna xwe ya dewlemend, dîtinên mezin û realîstîk, hêza bandora kesayetî, hebûna toreke pêwendiyên dorfireh, metoda aştiyane û ewlekar û şiyana dîplomasiya piralî, bê guman Nêçîrvan Barzanî Herêma Kurdistanê wek qewareyeke siyasî û destûrî bi xwe re dibe ser şanoya dîplomasiya navneteweyî û careke din banga em hene û em dê her bimînin, bi ber guhê cîhanê dixe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse