Di navbera Komel, Yekgirtû û Tevgera Îslamî de

15-10-2024
RÛDAW
Nîşan Komel Yekgirtû Tevgera Îslamî
A+ A-

Seîd Elî Mihemed

Vêga li Kurdistanê li kêleka hêz û aliyên siyasî yên din, Komela Dadgeriyê, Yekgirtûya Îslamî û Tevgera Îslamî dixwazin bi sê lîsteyên cuda beşdarî proseya hilbijartinan bibin û di nav hewldanan de ne ku bi qasî ku pêkan e dengan ji xwe re berhev bikin!

Her kes li ser wê yekê li hev dike ku endam, alîgir û hewesdarên her sê aliyên îslamî hêvîdar bûn ku lîsteyeke îslamî ya yekane hebûya û bikaribûya tevan li xwe kom bike û hejmareke rekor di bidestxistina kursiyên parlamentoyê de ji xwe re tomar bikira, bi armanca ku di siberojê de bandor li ser biryara siyasî ya Kurdistanê bikira û terazûya hêzê heta radeyekê biguherta, lê di rastiyê de nebûna wê lîsteya îslamî ya yekane gelek cemawerê îslamî bêzar û bêhêvî kir û hin dudilî û carinan gumana xirab û reşbînî jî li hember îslamiyan çêkir!

Endam, alîgir û rêxistinên wan her sê aliyên îslamî vêga her yek ji hêla xwe ve xwe kilîd kiriye û biryara xwe ya dawî daye ku dengê xwe tenê bide partiya ku ew girêdayî wê ye yan bi awayekî ji awayan jê mifadar e, loma berê vê gotarê ne li wan e bi qasî ku berê wê li cemawerê oldar ê gewr e, ango kesên oldar ên ne hizbî ku ji xeynî sempatiyeke bawermend, ti têkiliyeke wan bi wan her sê aliyan re nîne.

Ev kes jî niha mitûmat bûne û nizanin bawerî û dengê xwe bidin kîjan lîsteyê ji van her sê lîsteyên îslamî? Ew dipirsin: Gelo lîsteyên îslamî ji hev cihê ne? Ger cihê bin, cudahiya wan çi ye? Em çawa baştirîna van her sê lîsteyên îslamî binasin! Ji bo bersivdana van pirsan, min pêwîst dît ku ez van xalên li jêr raxim ber çav.

Yekem: Eşkere ye ku dabeşkirin û parçeparçebûn yek ji wan nexweşiyên kujer e ku berê û niha jî pêsîra bizava îslamî li cîhana îslamî bi giştî û li Kurdistanê bi taybetî bernedaye û şopeke herî xirab li ser karwan û projeya karê îslamî hêlaye û heta vê kêliyê jî hemû alî ji ber wê dinalin! Loma ez dixwazim bibêjim kesên yekem an serkirdeyên çi aliyekî ji van partiyên siyasî yên îslamî di tevahiya karên xwe yên hizbî û temenê çalakiyên xwe yên rêxistinî di qonaxên cuda cuda de, destê wan kêmtir di çêkirina nakokiyên navxweyî, kûrkirina birînan, geşkirina dubendiyan û dehifdana partiyê ber bi qelsî, cihêbûn û parçeparçebûnê ve hebû, çi demekê kesên di serkirdayetiyê de di qonaxekê ji qonaxan de nebûbin beşek ji plangeriyeke navxweyî ya di partiyê de yan plangeriyeke biyanî ya derveyî partiyê ji bo xurtkirina giyanê dubendî û têkdana yekrêziya partiyê, çi demekê vê serkirdayetiyê çi eşkere û çi bi dizî û li pişt perdeyê û bê haydarî û vegera li serokên partiyên xwe ku berê postên wan ên bilind tê de hebûn, dijî stratejî û rabêja siyasî ya partiyên xwe berê kar nekiribin; partî û serkirdayetiyeke dûr ji vê wesfê dikare bibe cihê bawerî û hêviya her takekesekî vê herêmê û hêja ye deng pê were dayîn û erka serxistina projeya îslamî û xizmetkirina welêt jî pê were spartin.

Duyem: Îslamiyên Kurdistanê di ti qonaxekê ji qonaxên karê xwe yê siyasî û rewşên cuda yên Kurdistanê de wekî niha pêdiviya wan bi yekrêzî û karê hevpar nebû, ango ewqasî ku ji bo vê qonaxê û ji bo vê proseya hilbijartinê çêkirina lîsteyeke îslamî pêwîst bû, karîbû valahiyeke mezin a siyasî li Kurdistanê dagire û bizava îslamî li Kurdistanê ji mitbûn, sirbûn û sistbûnê rizgar bike û nefes û xwîneke nû jî li karê îslamî zêde bike û tîn û germî û baweriyeke zêdetir jî bide karê hizbî û rêxistinî, xasma di vê qonaxê de ku gelek taxim û deste û navnîşan li ser navê îslamê li vir û wir ji bo dijayetîkirin û bêbawerîkirina îslamiyan hatine avakirin û geşkirin, lewra dengder berî ku deng bide divê li rastiyan bigere û wan aliyên îslamî xelat bike ku destpêşxeriya lîsteyeke tenê kirine û wan aliyan jî ceza bike ku ji ber quretî, pozbilindî û li berçavgirtina berjewendiyên partiya xwe yan jî stûxwariya li ber vîna derveyî têkderê projeya lîsteya îslamî bûn.

Sêyem: Mixabin hin serkirde û sembolên îslamî yên darîçav, bi dirêjahiya çendik û çend salan û heta vê kêliyê jî, mîna partiyên din, dev ji siyaseta benckirina endam, alîgir û cemawerê xwe yê îslamî yê mehrûm bi taybetî û welatiyan bi gelemperî bernadin. Li vir û wir û di helkeftên cuda cuda de bi komek gotarên coşdar û dilînî û gotinên texlîdî yên bênaverok û bi sed caran dubarebûyî û bi hin dirûşmên qelp ên bêkirdar, bê naverok û bê ti şermekê dabaşa emanet, rastgoyî û şefafiyeta li gel milet û nehiştina gendeliyê û peydakirina hikumdariya aqilmend û rast dikin, di demekê de ku her kesê miqate, hişyar û haydar dizane ku xwediyê vê rabêj û modela siyasî ya îslamî ji dema ku bûye xwedî partî nekariye ti nûbûn, berhem, nûjenî, stratejî û projeyeke bangewazî, siyasî, medyayî û civakî li ser asta navxweyî û derveyî ya partiyê jî çêbike ku ev jî motîv û sedemeke sereke ya daketina asta piştevanî û baweriya cemawerî bû û wer kir ku êdî raya giştî xwe nespêre vî cureyê model û rabêja siyasî ya îslamî ji bo pêkanîna hêvî û guhertinên mezin! Ango divê vê carê dengderê îslamî çavvekirîtir be û di vê proseyê de dev, çav û tîpên çend caran dubarebûyî li parlamento û hikûmetê careke din ew û partiyên xwe vê ezmûnê dubare nekin, li şûnê, partiyên nû û karakter û berbijêrên îslamî yên nû ezmûn bikin û biceribînin.

Çarem: Nebûna serxwebûnê di biryara siyasî de û tevlîbûna di ajendayên welatên din de yan qet nebe stûxwariya li hember vîneke sepandî ya aliyekî derveyî berê û niha jî, bandoreke xirab li ser bizava îslamî li Kurdistanê hêlaye ku bûyera parçebûnê ya berê di nav refên beşek ji bizava Îslamî de û pêkneanîna lîsteyeke îslamî jî di nav îslamiyan de ji bo bihevreçûna nav hilbijartinan, bê guman yek ji şopên herî beloq û bandorên neyînî yên girêdana bi wê vîna derveyî ve ye, îcar ji bo redkirina vê rîtma siyasetê û piştgiriya serxwebûna serokatî, partî û siyasetê û jidestnedana zêdetir a navûdengê siyasî û îslamî û parastina rastgoyiya slogan û nasnameya îslamî û niştimanî pêwîst e hewesdarên îslamî çavvekirîtir bin û deng bidin aliyê ku ji wan re eyan bûye ku di meşandina siyaset û arasteyeke bi vî rengî de cih negirtiye û kêmtir bi bazarên nihênî yên siyasî û darayî yên li pişt perdeyê di dema borî de tê tawanbarkirin.

Pêncem: Tevî ku îslamî girîngiya rexne û xwerexnekirinê fêm dikin û dizanin xwerexnekirin di xurtkirin, geşkirin û nûkirina wan de çi roleke kartêker digerîne û di warê karê hizbî û rêxistinî de çi giraniyeke wê ya stratejîk heye, lê dîsa jî qebûl nakin rexne li wan were kirin û bêzar û qels dibin ger kesek an komek çi ji nav wan an ji derveyî wan kêmasî û xalên wan ên lawaz destnîşan bike û wan hişyar bike, ji xwe ger kesek an arasteyek hewl bide rexne bike çend tawan li ser wî tên hûnandin û kesayeta wî tê eybdarkirin û li hundir û derveyî partiyê jî fena kesekî jirêderketî, tewtewe û nexweş tê hesibandin. Xuya ye vê nexweşiyê afateke kujer a din jî li pey xwe aniye ku ew jî ew e ku bi dehan berpirs, endam, kadro û kesên hizbî ji gupîtka pîramîda partiyê heta jêr sar bibin û ya ku zanista civakzaniya siyasî jê re dibêje (derwêşiya hizbî) bi wan neyê qurpandin û dev ji partiyê berdin! Lewra divê cemawerê îslamî hişyar be û deng bide aliyê ku cihê rexnekirin û azadiya derbirînê tê de berdest e û xeleka derwêşiya hizbî heta radeyeke mezin hatiye tengkirin.

Şeşem: Bala xwe bidinê û bi hûrbînî bibînin serkirde, sembol û serkirdayetiyên çi aliyekî ji van her sê aliyên îslamî bêtir sade, xwerû û ne qure xuya dikin û kêmtir li pey têrkirina ajo, meraq û xwestekên xwe yên şexsî û taybet in. Bibînin serkirdeyên kîjan alî ji van her sê aliyan ne li pey pere, saman û xwezengînkirin û xwenîşandanê ne û hejarî, nebûnî, destkurtî û qeyrana darayî li ser wan, endam û alîgirên wan eyan e û jiyana zarok û malbatên berpirsên wan nêzî jiyana kesên asayî ye û cudahî di navbera wan de nîne. Her wisa bala xwe bidinê û bibînin kîjan alî ji van her sê aliyên îslamî ji ber qeyrana kûr a darayî dinale û wek pêwîst ne xwedî saziyên hizbî, kanal û torên medyayî yên mezin û qerase ye û tewra wek pêwîst ne xwediyê şiyana birêvebirina darayî ya kampanyaya xwe ya hilbijartinê ye jî! Gava ev rastî ji we re eşkere bûn, wê hingê biryar bidin hûn ê deng û baweriya xwe bidin kîjanî ji wan.

Heftem: Bala xwe bidinê û bibînin kîjan serenav û dirûşmên ku îslamiyan bilind kirine û kirine sembolên kampanyayên xwe yên hilbijartinê, bêtir edebiyat, fîlozofî û bawermendiya partiyê nîşan didin. Wek aliyekî siyasî yê bi paşxane îslamî, gelo sloganên kîjanî ji wan ji rêbaza hizrî û armancên olî yên demdirêj ên partiyê nêzîktir e. Bibînin sloganên kîjanî ji wan ji meyla muzayedekirina demkî û nefesa dixdixandina semaptiya xelkê û bikaranîna hêrs û rewşa xerab a derûna welatiyan ji bo topkirina dengan dûr e! Wê lîsteyê hilbijêrin û baweriyê bidinê.

Heştem: Mirov xemgîn dibe dema hest dike ku di nav hin kadroyên yek an du aliyên îslamî de kampanyayek ji bo rûreşkirina aliyê sêyem û sarkirin û poşmankirina hewesdar û alîgirên wê ji dengdana bi wî alî hatiye destpêkirin! Ev jî ji aliyekî ve ji ber quretî, xwemezindîtin û biçûkkirin û kêmtemaşekirina aliyên din e, ji hêla din ve jî hewldanek e ji bo kişandina dengderên wî alî ber bi hêla xwe ve!

Cihê mixabiniyê ye ku di nav rêzên hin aliyên îslamî de kesin hene ku diyardeyeke ne layiq, qirêj û kirêt a bi vî rengî pratîze dikin ku ji exlaq û rewiştên kesên bi ol û perwerdeya îslamî ya rastîn hatine telqînkirin, dûr e. Cihê xebînetiyê ye.. tu li pêşber cemawer û di medya û karnevalên xwe de bangewaziya rastgoyiya li gel milet, kokbirîna gendelî û nedadmendî û peydakirina desthilata dadmend û rawestandin û ragirtin û dawîanîna li rêveberiya seqet bikî, lê belê di ketwarê de jî tu durûtiya siyasî û hizbî şênber bikî û xencera şikênandin û hilweşandinê li birayên xwe yên misilman bixî!

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst