Tevgera Îslamî: Em dixwazin encamên dengdana taybet a Helebceyê werin betalkirin

20-10-2024
RÛDAW
Rêberê Tevgera Îslamiya Kurdistanê Îrfan Ebdulezîz\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Rêberê Tevgera Îslamiya Kurdistanê Îrfan Ebdulezîz\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê Parlamentoya Kurdistanê Îrfan Ebdulezîz Tevgera Îslamî ya Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê Îrfan Ebdulezîz diyar kir ku dengdana giştî baş derbas bû lê ew dixwazin encamên dengdana taybet a Helebceyê were betalkirin

Îrfan Ebdulezîz ji awayê pêvajoya dengdana taybet gazin kirin û wiha got:

“Dengdana giştî baş derbas dibe lê belê em daxwazin ku dengdana taybet li Helebceyê were betalkirin.

Îrfan Ebdulezîz piştî dengdanê li navendeke dengdanê ya Hewlêrê ji rojnamegeran re axivî.

“Em dixwazin hêzên serkeftî li hevdû bicivin”

Îrfan Ebdulezîz bal kişand ser dengdana taybet a di 18ê Çiriya Pêşîn û wiha got:

“Dengên ku me bi dest xistibûn li ser dengên giştî hatin hesabkirin.

Em dixwazin ku dengdana taybet li Helebceyê bê betalkirin ji ber ku dengdan neşefaf bû û ti kes razî nebû.

Em dixwazin hêzên di hilbijartinan de bi ser ketine di demeke nêzîk de ji bo pêkanîna hikûmetê û bihêzkirina pêgeha Herêma Kurdistanê ya li Bexdayê, li nava cîranan û li ser asta navneteweyî li hevdû rûnên.

Ji ber ku di 2 salên borî de valahiyeke siyasî ya mezin heye li Herêma Kurdistanê."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst