Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Yekgirtûyê Selahedîn Behaedîn, peymana Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer û bi rengê “rêya rast” wesifand.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer şeva borî peymanek îmze kir.
“Îmzekirina peymanê rêya rast e”
Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) Selahedîn Behaedîn got ku “Îmzekirina peymanê rêya rast e.”
Selahedîn Behaeddîn diyar kir ku peyman “karekî girîng” e û li pey çû:
“Hevdîtin û îmzekirina peymana di navbera HSD û dewletê de rêya rast e, bi hêviya berdewamî û serdestkirina zimanê diyalog û aştiyê.
Xebata dabînkirina maf û pêkvejiyana hemû pêkhateyan li Sûriyeya nû serkeftî be."
Sekreterê Giştî yê Yekgirtûyê amaje bi “îhtimala tevlihevî û şerê pêkhateyan” kir û got, “Tim xêr di şer de nîne û maseya dan û standinê çareseriyê berhem tîne.”
Xalên peymana Ebdî û Şer ev in:
1- Garantîkirina mafê hemû Sûriyeyiyan di nûnertî û beşdariyê di pêvajoya siyasî de û di hemû saziyên dewletê de li gorî pisportiyê bêyî ku girêdana wan a olî û etnîkî di ber çavan re were derbaskirin.
2- Civaka Kurdan di dewleta Sûriyeyê de civakeke resen e û dewleta Sûriyeyê mafê wan ê hevwelatîbûn û hemû mafên wan ên destûrî misoger dike.
3- Agirbesta li seranserê axa Sûriyeyê.
4- Tevlîkirina hemû saziyên sivîl û leşkerî yên li bakurrojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya birêveberiya dewleta Sûriyeyê de, di nav de deriyên sînorî, firokexane, zeviyên petrol û gazê.
5- Garantîkirina vegera hemû koçberên Sûriyeyî ku biçin gund û bajarên xwe û parastina wan ji aliyê dewletê ve.
6- Piştgiriya dewleta Sûriyeyê di rûbirûbûna bermayiyên Esed û hemû wan gefên ku ewlehî û yekparçeyiya axa wê tehdît dikin.
7- Redkirina daxwazên parçekirin û helwestên kîndarî û hewldanên derxistina tevliheviyan di navbera pêkhateyên civaka Sûriyeyê de.
8- Komîteyên birêvebirinê dê kar ikin û hewl didin ku peyman were bicihkirin bi rengekî ku heta dawiya vê salê derbas neke.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse