Wezîra Eswatîniyê: Eger tu di hişê çêkirî de bi hêz bî dê garantiyeke te ya aborî hebe

12-02-2025
Savana Maziye / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Savana Maziye / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan Wezîra Veguhastin û Teknolojiyê ya Eswatîniyê Savana Maziye Hişê Çêkirî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîra Veguhastin û Teknolojiyê ya Eswatîniyê diyar kir, her welatê ku di warê hişê çêkirî de bi hêz be dê garantiyeke wî ya aborî hebe.

“Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan” li Dubaiyê tê lidarxistin.

Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan di navbera 11 û 13ê vê mehê de li Dubaiyê bi beşdariya zêdetirî 30 serokdewlet û serokwezîrên hikûmetan tê lidarxistin.

Wezîra Veguhastin û Teknolojiyê ya Eswatîniyê Savana Maziye jî beşdarî lûtkeyê dibe û ew ji Rûdawê re peyivî.

“Divê em li gel hev dilnerm bin”

Savanayê bal kişand ser hevahengiya welatan û got:

"Ez dixwazim li lûtkeyê hevahengiyeke zêdetir bibînim, bi taybetî jî bi Mîrgehên Erebî re û her wiha di navbera welatên din de jî.

Ez dixwazim em karibin pirsgirêkên xwe yên îro çareser bikin û divê em li gel hev dilnerm bin da ku em karibin bi lez ji bo welatiyên xwe kar bikin."

Wê diyar kir ku dê hişê çêkirî (AI) bibe diyarker û xwe lê berda:

"Em niha hemû hişê çêkirî bi kar tînin lê dibe ku ne di wê astê bilind de be ku divê em bi kar bîbin.

Em heta niha nizanin ew kar çi ne ku hişê çêkirî dê destê xwe deyne ser wan lê tiştê ku em ji bo wê piştrast in ew e ku eger şiyana te di warê hişê çêkirî de hebe, bê guman dê di paşerojê de karê te hebe.

Eger di hişê çêkirî de şiyana te hebe, dê garantiyeke te ya aborî hebe."

Eswatînî berê bi navê Swazîland dihat naskirin, welatekî biçûk ê Başûrê Afrîkayê ye.

Vî welatî sala 2018an navê xwe guhert û kir Şahitiya Eswatîniyê.

Paytexta wê Mbabane ye û rûberê wê nêzîkî 17,364 kîlometre çargoşeyan e, hejmara şêniyên wê nêzîkî 1,2 milyon kesan e û cîranê Mozambîk û Afrîkaya Başûr e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst