Fen û fûtên online li Herêma Kurdistanê

14-11-2023
Nîşan Îraq Herêma Kurdistanê Fen û Fûtên Online
A+ A-

Omer Muradî

Dawiya hefteya borî, dadgeha New Yorkê, piştî dadgehkirina 5 hefteyan, cezayê 110 sal zindankirin li Sam Bankman-Fried ku yek ji damezrînerên platforma FTXê ya pevguhertina diravên dijîtal e birî.

Berî ku fen û fûtên wî bên eşkerekirin û dawiya sala 2022yan were girtin, Sam Bankman-Fried fena yekî ji kesên elît û milyarderên ciwan ên cîhana diravên dijîtal dihat hesibandin.

Sala 2019an, Fried diravên dijîtal ên FTT û platforma FTXê damezrand û di demeke kin de FTX bû duyemîn platforma herî navdar a pevguhertina diravên dijîtal û xelk, bazirgan û veberhêneran bi milyaran dolar hilberîn tê de kir.

Dawiyên sala 2022yan, nirxê bitcoinê hilweşiya û platform û şirketên dijîtal bi îflasê re rû bi rû hiştin. Platforma FTXê yek ji dehan platformên naskirî yên cîhanê bû ku îflasa xwe ragihand.

Dozgerê Giştî yê New Yorkê Damien Williamsgot: "Sûcê Sam Bankman yek ji mezintirîn sextekariyên darayî yên di dîroka Amerîkayê de ye û bi sedema wê 8 milyar dolarên xelkê hatin xwarin."

Fen û fûtên online li Herêma Kurdistanê

Li Herêma Kurdistanê û li Îraqê jî, ji ber nebûna baweriya bi bankan û siberoja aboriyê, pereyên kaş 'dirav' di destê xelkê de pir in.

Bi rastî, li gorî texmînên Banka Navendî ya Îraqê, nêzîkî 58 milyar dolaran wekî dirav li Îraqê tên xebitandin ango ji destekî dikevin destekî din.

Tenê yek ji pêncan ji van pereyên gelek di bankan de hatiye hiştin û yê din ku nêzî 43,5 milyar dolar e pereyên kaş in û di nav destê xelkê de ne.

Ji ber ku piraniya karûbarên bazirganiyê li hundir wekî miameleyên xanî û eqaran, otomobîl, pêdiviyên rojane û her kelûmelên din bi gelemperî bi dirav tên dayîn, metirsiya fen û fût û sextekarî û windabûna pereyên xelkê pir mezin e. Bi hezaran dozên xwarina pereyan li dadgehan li benda çareserkirinê ne, piraniya wan jî bê encam in.

Ji aliyekî din ve, nebûna bazareke borseyê ya tijî tevger û aboriyeke yekalî û lerzok wiha kir ku hinek welatî berê xwe bidin veberhênana li platformên online û dijîtal.

Di çend salên borî de, bangewazî ji gelek platform û malperên cuda re hat kirin ku wekî mînak bi hêvişandina hin pereyan di nava çend meh û salan de, dê qezencên mezin ji veberhêner û welatiyan re were peydakirin lê belê piştî demekê, bi milyonan dolarên welatiyan hatin dizîn û xwediyên malperan jî reviyan.

Ne li Îraqê û ne jî li Herêma Kurdistanê, ti qanûnek ji bo damezrandina sindoqeke veberhênanê ya online nîne û ji ber vê yekê jî her dem metirsiya miamelekirin û razandina pereyan di wan malperan de heye.

Doza qanûnî ya Sam Bankman eşkere kir ku tew heke tu malpereke cîhanî ya naskirî û navdar bî jî metirsiya îflas û sextekariya di miameleyên dijîtal de pir zêde ye. Çi bigire ku li Herêma Kurdistanê û Îraqê ti kompanyayeke tomarkirî û naskirî nîne ku bi şêwaza yasayî destûr pê hatibe dayîn ku miameleyê bi diravên dijîtal bike.

Pir caran bi rêya torên civakî, têkilî bi welatiyên ciwan re tê danîn û kesek xwe dide nasîn û çîrokekê vedibêje ku bi rêya veberhênana di platform an malpereke online de kariye qezencê bike û ji wî ciwanî jî dixwazin ku ew jî veberhênanê tê de bike.

Di çend mehên pêşîn de, ji sermayeya destpêkê ya wî merivî, hin qezencê didinê û wiha dikin ku ew kes baweriya xwe bi malperê bîne lê ji nişka ve malper ji kar dikeve û sermayeya wî kesî tê dizîn. Bi dehan bûyerên ji van cûreyan rû daye û tew jiyana civakî ya hin kesan jî xistiye bin xeteriyeke cidî.

Cûreyê din ê fen û fûtên înternetî û online, ji eşkerebûna jimareyên telefon û WhatsAppên wan kesan dest pê dike. Ji nişka ve telefonek ji te re tê û belgeyên cuda cuda ji te re tînin ku ew kesên rasteqîn in û ser bi kompanya, bank û rêxistinên bawerpêkirî yên li welatekî din in, ji te re dibêjin ku te bi hezaran an deh hezaran dolar di tîr û pişkekê de qezenc kirine.

Ewqasî rasteqîne diaxivin ku eşkere ye zanyariyên te yên kesane bi rêyên cuda dizîne û li nik wan in. Ji te dixwazin ku tu çend sed dolaran ji wî aliyî re bişînî da ku xelata te ji te re bişînin.

Li gorî kompanyayeke navdewletî ya taybet bi guhastina pereyan li Herêma Kurdistanê, her meh bi dehan welatî diçin cem wan ku bi niyet in pereyan bişînin derve ji bo armanceke bi vî rengî lê kompanya di cih de hest bi fen û fûtan dikin û şîretan li mirovan dikin ku pereyan neşînin derve.

Li gorî Komîsyona Bazirganiyê ya Amerîkayê, di sala 2022yan de, bi rêya online, bi tibaba 8,8 milyar dolaran xelk hatiye xapandin û pereyên wan hatine dizîn. Ev bi 2,6 milyar dolaran ji mezinahiya fen û fût û xapandinên online yên di sala 2021ê de zêdetir e.

Herçend li Amerîka, Brîtanya û welatên pêşkeftî, rêxistinên qanûnî yên taybetî hatine damezrandin da ku lêkolînan bikin û pereyên ku ji xelkê tên dizîn vegerînin jî di rastiyê de şiyana van rêxistinan sînordar e û eger sûcdar piştî demekê hatibe girtin jî şansê vegerandina pereyên qurbaniyan pir kêm e.

Li Amerîkayê, Rêxistina (FinCEN) a girêdayî Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê û li Brîtanyayê jî Rêxistina Action Fraudê ji şopandina dozên fen û fûtên online berpirs in lê ji bilî bûyerên girêdayî terorê, dozên takekesî ewqasî cidî nayên dîtin û heke pereyên te hatin xwarin û dizîn, ew jî tiştekî ji bo te nakin. Çi bigire tu li Herêma Kurdistanê bijî û destê te negihîje tiştekî.

Dozgerê Giştî yê New Yorkê Damian Williams got: "Em dixwazin Sam Bankman-Fried ji kesên ku niha pereyên mirovan didizin û wer difikirin ku ev dê heta hetayê ji wan re biçe serî, bikin pend û îbretek." lê gelo dîtina wan kesan hêsan e?!                       

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Arif Qurbanî / Wêne: Rûdaw Grafîk

Bahoza Tel Evîvê

Tişta ku qewimî, encama lihevkirineke veşartî û senaryoya gelek bûyerên nediyar di çend hevkêşeyên herêmî û navdewletî de ye