Çima Rûdawê xelata Webbyê stand?

14-05-2024
Roj Elî Zale
Roj Elî Zale
Nîşan Webby Xelat Rûdaw
A+ A-

Carekê hevalekî min ji min pirsî ev demeke ewqasî dirêj e ku tu li Amerîkayê dijî, çi karê te bi televizyoneke Kurdî ketiye? Çima tu ji bo wan hemî saziyên medyayê yên Amerîkî û Ewropayî naxebitÎ? Min jê re got, tiştê ku Rûdaw dikare bike, piraniya wan nikarin bikin.

Bidestxistina Xelata Navdewletî ya Webbyê û piştevaniya temaşevanên Tora Medyayî ya Rûdawê ji belgefîlma Korowaiyê vê gotina min lap îsbat dikin. Seroka Saziya Xelatên Webbyê Claire Gravesê ji min re got ku îsal 13 hezar aktor, fîlm û belgefîlmên ji 70 welatên cîhanê hewl da xelatên Webbyê wergirin ku Rûdawê yek ji wan wergirt. Bi deh hezarên din bi hêvî bûn ku bi tenê navê karên wan li Webbyê bê behskirin. Korowai di nav baştirînên îsal de bû û wekî yeke ji baştirîn berhemên salê rêz lê hat girtin.

Belgefîlma Korowaiyê rasterast rikberiya hevkarekî CNNê dikir û Rûdawê zora wê bir, zora karekî tora Bloombergê jî bir ku wê jî rasterast hevrikiya belgefîlma Korowaiyê dikir. Her yek ji van saziyan xwedî budceyeke qerase û şiyanên mirovî yên mezin e lê wekî ku yekî ji dadwerên Webbyê ji min re got, kar li Webbyê ne li gorî navdariya saziyên xwediyên berheman lê li ser bingeha berhem û naverokê tên hilbijartin.

Çend rehendên cuda yên Korowaiyê bûn sedem ku Webby wê wekî yek ji baştirîn karên salê destnîşan bike û Rûdaw li gel ajansên NASA, Google, Apple û Netflixê di heman merasîmê de û li ser heman sehneyê bi hev re xelatan bistînin.

Komîteya dadweriyê dibînin ku di belgefîlma Korowaiyê de bingehên antropolojîk ên sereke hatine bicihanîn, dibînin ku hewldaneke mezin hatiye kirin da ku endamên êlê nola mirovan bên nîşandan, hewldaneke mezin tê de heye ku ew mirov bi ti hawî nola bêyî çand an paşketî neyên nîşandan, li şûnê sedemên li pişt raman û çanda wan bi rêzdarî têne behskirin û çîroka wan bi hestyarî wekî ku heye tête vegotin.

Wekî nimûne, em sedemên nelixwekirina kincan zelal dikin û mantiqekî didinê. Em nîşan didin ku çanda wan heye û sedemên wan hene ku bi vî rengî bixuyin û bijîn, çawa ku li cîhana li derveyî daristanê jî mirov ji ber cihên xwe yên erdnîgarî xwediyên çand, adet, tevger û cil û bergên cihê cihê ne.

Wekî nimûne, şêniyên herêmên çiyayî şerwalan li xwe dikin û şûtikan li navtenga xwe dipêçin. Sedem hinekî ew e ku pêwîstiya wan pê heye ku hilkişin ser çiya û derên bilind.

Li navçeyên germ ên şorezarê cilên spî û fireh fena dişdaşe û egalan li xwe dikin çimkî rengê spî tîrêjên tavê vedigerîne û firehiya cil û kincan jî wan hêniktir dike û egala ku serê xwe pê dinixumînin jî wan ji germa tavê ya tund diparêze.

Bi heman awayî, ji bo Korowaiyan jî erdnîgarî û avhewaya herêmê bûne sedem ku hewce neke ew cil û kincan li xwe bikin.

Daristan her tim şil û germ e. Gelek dar û strî lê hene. Çêkirin û peydakirina caw dem û enerjiyeke mezin dixwaze. Korowaiyan bi vî rengê lixwekirina cilan, dema dîtin û çêkirina cil û kincan ji bo pêdiviyên xwe yên din mezaxtine.

Herwisa komîteya dadwerî ya Webbyê dibîne ku em di vê belgefîlmê de endamên eşîrê bi temaşevanan didin nasîn. Ango em nîşan didin ku xweşî û nexweşiyên wan jî hene, tirsên wan hene, pirsên wan jî mîna her kesî hene, mirov ji kû hatine û bi kû ve diçin, ew jî mirovan vedişêrin, dizewicin, dikenin, henekan dikin, zarokên wan jî mîna yên me zaroktiya xwe dijîn. Em xwarin û çawa debara xwe dikin nîşan didin. Em parvekirina kar di navbera jin û mêrên wan de û muzîka wan jî nîşan didin. Heke meriv bê çand be, çawa dikare û dizane muzîkê bijene!

Ger em bi perspektîfeke cîhanî li belgefîlma Korowaiyê binêrin, em dê bibînin ku bi salan e Îngilîz û Rojavayî têne cîhana sêyemîn û çîrokên me vedibêjin, li ser me fîlman çêdikin, ew standardan destnîşan dikin ka em kî ne û em çawa difikirin û em çi dikin lê Korowai vegotina neteweyeke resen a nîvgoga başûr li ser neteweyeke din e, têgihîştina gelekî nîvgoga başûr li ser gelekî din ê nîvgoga başûr e.

Ango berî ku li naverokê bê nihêrtin, têgeha belgefîlmê bi xwe hewldanek e ji bo şikandina çanda ku di bin bandora kolonyalîzm û yekdestdariya çavkaniyên zanînê de maye û hewldanek e ji bo cihêrengkirina van çavkaniyan û şikandina yekdestdariya parçeyekî cîhanê li ser perçeyeke din e.

Ji salên 1960î û vir ve li Rojavayê tevgereke ramanê ya paşkolonyalîzmê bi pêş ket, tevgereke ku kolonyalîzmê û hemû hêlên wê şîrove dike û Teoriya Rexneyî ya Dîrokê bi pêş xist. Ramana kolonyal bawer dikir ku divê şaristaniya rojavayî ya pêşketî ji bo hemû cîhanê were şandin lê di tevgera post-kolonyal de ku piştî weşandina pirtûka Oryantalîzmê ya Edward Said di sala 1978an de bêtir pêş ket, daxwaz dike ku hûrtir û kûrtir li civak û dîroka mirov bê meyîzandin û nirxandina ka çi baş e û çi xirab e li ser hîmê wekheviya çandî were kirin.

Ji salên 1980î û vir ve, pirtûk û nivîsên endamên civakên bindest li Amerîka û Ewropayê hino hino geş dibin. Kesekî mîna Franz Fanon, fîlozofê ji Martinique ku di bin destê Fransayê de bû, di dema Şerê Cezayîrê de wekî leşker xizmeta Fransayê dikir lê di heman demê de di qeyika ku pê diçû şer de, divabû li beşa jêr a qeyikî rûne, niha pirtûka Franz Fanon li piraniya zanîngehên Amerîkayê tê xwendin û nifşê nû yê Amerîkayê li ser wê yekê perwerde dike ku çanda Rojavayê qet ji çanda eşîreke li giraveke dûredest ne zêdetir e.

Her du, du têgihiştinên cuda yên civak, mirov û jiyanê ne. Di zanîngeh û navendên akademîk de, hewl didin zanyariyan cihêreng bikin, mamosteyên pêkhetaya nespî bidin xebitandin, tewra li hin zanîngehan sîstema kotayê ji bo hejmara mamosteyên nespî heye.

Sînema jî bi heman awayî gengeşeyeke zêde li hundir li ser çêbûye li ser ka kê û çawa di fîlman de bidin beşdarkirin da ku cihêrengiyek di sînemayê de jî hebe. Di huner û edebiyatê de jî xût wisa ye.

Belgefîlma Korowaiyê hewldaneke wisa ye. Diyar e endamên jûriyê wiha fikirîne ku ew di warê teknîkên berhemanînê, vîdyografî û naverokê de di wê astê de ye ku beşdarî cihêrengkirina çavkaniyên zanyarî û vegotina zanyarî bibe.

Korowai ne berhema rojnamegerekî tenê yan jî çend hevkaran e. Korowai berhema hizra kolektîv a Rûdawê ye.

Rûdaw, wekî kargeheke biçûk a otomobîlan, ramaneke ku yekem car ji deriyê Rûdawê tê hundir, heya diçe ser ekranê, bi sedan kesên şiyandar ên Rûdawê ciwankarî û rastkirinê tê de dikin, heta li dawiyê karek derdikeve ku kesên herî baş û şahreza yên medyayê li ser xebitîne û wan hewl daye wî karî bê kil û kêmasî bikin. Saziyeke ku yên herî baş ên civaka xwe hewandibe, tê payîn ku karên herî baş berhem bîne.

Dibe ku ne zêdegavî be ku ez bibêjim ku Rûdaw wekî Amerîkayeke biçûk e. Amerîka her sal çend vîzayên dirêjdem dide kesên ku bawer dike ku şiyaneke wan a baş heye.

Dema ku ew têne Amerîka di warê xwe de karê xwe dikin bêyî destwerdan, Amerîka tenê ji wan re jîngeheke xebatê ya xweş peyda dike. Di encamê de jî piraniya baştirîn û behremendtirînên cîhanê li Amerîkayê peyda dibin. Rûdaw jî bi qasî ku min ew fêm kiriye, her dem deriyê wê vekirî ye li ber her kesê ku şiyana wî ya kar hebe û bixwaze şiyanên xwe bixebitîne.

Loma kesên ku li Rûdawê dixebitin, ji bilî şiyana xwe ya baş, bi coş û kelecan karên xwe dikin. Sedema herî mezin a serkeftina Rûdawê û karekî wekî belgefîlma Korowaiyê jî ev bixwe ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst