Kê li ser pêşniyara Bahçelî çi got?

13 demjimêr berê
RÛDAW
Erdogan û Bahçelî beşdarî bernameya salvegera Komara Tirkiyeyê bûn / Wêne: AA
Erdogan û Bahçelî beşdarî bernameya salvegera Komara Tirkiyeyê bûn / Wêne: AA
Nîşan Erdogan Bahçelî Pêvajoya Nû
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê pêşniyara Bahçelî got, “Em di wê baweriyê de ne ku helwestên ku bi pêşîkêşiya hevkarê me yê Hevpeymaniya Cumhurê hatine nîşandan bêyî pêşdarazî bên nirxandin dê bêhtir bikêrhatî bin."

Erdogan piştî ku Devlet Bahçelî silav da parlamenterên DEM Partiyê û axaftina wî ya derbarê Ocalan li ser pêvajoya nû axivî.

Erdogan di Bernameya Taybet a 29ê Çiriya Pêşîn a li Kuliyeya Serokomariyê de got:

“Bi baweriya me dê nirxandina bêyî pêşdarazî ya wan helwestên ku vê serdema dawî bi pêşengiya şirîkê me yê Hevpeymaniya Cumhurê hatine nîşandan, bi sûdtir be.”

“Em li dijî şer in”

Serokê CHPyê Ozgur Ozel jî rexne li MHP û AK Partiyê kirin û got: 

“Eger wekî 22 salên desthilatdariya xwe hinek kes ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî gavan biavêjin û ew gav heta Destûra Bingehîn jî biçin, em dê ne pê re bin.

Em li dijî parçebûn, şer û pevçûnan in lê em ne alîgirê tiştekî ne ku em nekaribin li çavê dê û bavê şehîdan, zarokên wan û birîndarên hevçeperên wan binêrin.”

Li aliyê din, Alîkarê Serokê MHPyê Semîh Yalçin pêşniyarên Bahçelî girîng û pêwîst bi nav kirin.

“Siyaset ne karê tirsonekan e”

Alîkarê Serokê MHPyê Semîh Yalçin wiha got:

“Kampanya û helwêstên mezin ji aliyê serkirdeyên mezin û partiyên siyasî yên mezin ve tên kirin.

Siyaset ne karê tirsonekan e. Serkirdeyên mezin di siyasetê de riskê werdigirin û bi wêrekî gavan diavêjin, Serokê MHPyê jî ew yek kir.”

Devlet Bahçelî pêşniyar kiribû ku Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan li parlamentoya Tirkiyeyê di komcivîna DEM Partiyê de biaxive bibêje êdî PKK nemaye.

Piştre Erdogan ew wekî derfeteke dîrokî bi nav kir û ji hinek aliyên Kurdan xwest ku wê derfetê nekin qurbaniya berjewendiyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst