Ewropa ne xurme ne jî mewîjan dixwaze: Dibêje xurmewîj

07-05-2024
Ala Şalî
Ala Şalî
Nîşan Ewropa Xurmewîj Şer
A+ A-

Li ser şerê Xezeyê, wekî wî mêrikî li welatên Ewropayê hatiye ku nikarîbû di navbera xurme û mewîjan de, yekê hilbijêre. Loma xurmewîjan dixwaze!

Vê hefteyê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) di rapora xwe ya salane de bi tundî Ewropiyan xasma Almanya û wezîra wê ya derve rexne dike. Rapor pir tund e.

Di rewşa herî xirab a piştî 16ê Çiriya Paşîna 2017an de, Almanya û Fransa bi hawara Kurdistanê ve hatin. Loma dibe ku durûtiya ku em têkildarî Ewropayê behs dikin, li nik we ne cihê bawerkirinê be. Ez dê vê neqlê zelal bikim ka Ewropa çima wer dike.

Yek ji qenciyên rûmalên min ên li paytextên Ewropayê ew bû ku min têkiliyên dorfireh bi biryarsazên wan welatan re çêkirin. Vê hefteyê piştî belavbûna rapora Amnestyê, ez bi hinekan ji wan re axivîm.

Yek ji wan parlementerekî federal ê Almanyayê bû ku di Komîteya Têkiliyên Derve de cih digire. Me gengeşeyeke zêde kir. Ew jî yek ji wan kesan bû ku di wê baweriyê de bû ku êdî Ewropa û Almanya nikarin di şerê Xezeyê de û jê wêdetir jî bi Îranê re xurmewîjan bixwaze lê ji min re zelal kir ka çima Ewropa wiha dike.

Tirsa herî mezin a Ewropiyan ew e ku çirîskên agirê şer ji Xezeyê bipekin navçeyên din û şerekî mezintir bi Îranê re biqewime.

Loma Ewropiyan hîn jî wekî Amerîkaya ku tavilê û bi her awayî piştgirî da Îsraîlê, nekiriye. Têkiliyên bazirganiyê di navbera Ewropiyan û Îranê de hene. Pêwîstiyeke wan a mezin jî pê heye ku bi sedema şerê bi Îranê re bihayê petrolê bilind nebe. Lewra pir hewl didin ku rewş li qaqa reş neyê asêkirin.

Pirsgirêkeke din a welatên Ewropayê ew e ku Îranê karteke bihêz dîtiye ku zextê li wan bike, dema ku car caran hinek welatiyên Ewropî digire û piştre bi lihevkirineke siyasî û li hemberî destkefteke dîplomatîk û aborî ya mezin wan berdide.

Niha jî hin welatiyên Ewropî di girtîgehên Îranê de hene. Hikûmetên Ewropî ji tirsa zextên kolana xwe, neçar dimînin ji bo berdana wan bi Îranê re li hev bikin. Ev yek wer dike ku helwesta wan a li hemberî Îranê û li Xezeyê jî qels bibe.

Her çend nayê înkarkirin ku lobiya Îsraîlê li Ewropayê pir xurt e lê gelek caran welatên rojhilatê Ewropayê nakokiyan çêdikin û wisa dikin ku Ewropî li ser şerê Xezeyê yan li hemberî Îsraîl û Îranê ne yekdeng bin. Ev jî wer dike ku di civaka navdewletî de qels û durû xuya bikin.

Ji bilî wan, li gelek welatên Ewropayê civakeke mezin a Misilman û carinan dijî Îsraîlê heye ku ev jî dikare zextê li hikûmetên Ewropayê bike. Ew bi berdewamî gazinan dike ku ev hikûmetên hanê gelekî piştgiriya Îsraîlê dikin û pişta xwe didin şêniyên Xezeyê.

Ji bo min wekî meriveke Kurd, min di jiyana xwe de gelek caran bêkesî û bêpiştevaniya gelê xwe dîtiye, ez fêm dikim ji bo kesekî sivîl li Xezeyê û li her dereke cîhanê çi qasî zehmet e ku Ewropî piştgiriya wan nekin û pêşî li tunekirina wan negirin. Me ev tişt hemû bi çavê serê xwe dîtiye.

Wekî ku min di quncikên xwe yên berê de jî nivîsandibû, ez li dijî şer im û bi nêrîna min xêra mirovatiyê di ti şerî de nîne. Loma şer wer dikin ku seba siyaseta xurmewîjan gelên li jêr gefê bibin pariyekî têrdohn û di qirika nedadmendiyê de bikevin dîrokê.

Tişta ku van gelên li jêr gefê û gelê min jî diparêze hewldana xurtbûn û xwedanîna ser nexşeya berjewendiyên hêzên mezin e.

Her çend mixabin wer naxuye ku ev têgihîştin li Kurdistanê hebe, ji ber ku tiştê ku em dibînin û dikin li şûna ku me ber bi xwebihêzkirinê ve bibe, me bêtir nêzîkî binavbûna keştiya me dike.                       

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst