Li Amedê şer û pevçûn: ‘Bax û bostanên gundiyan hatin şewitandin’

18-09-2023
Nîşan Licê Pasûr Şer Pevçûn HPG
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Tirkiyeyê duh li gundê Daragolê yê di navbera Lîcê û Pasûrê de "operesyoneke" leşkerî dabû destpêkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, tê îdiakirin ku “Bax û bostanên gundiyan hatine bombebarankirin û şewitandin.” 

Duh li gundê Daragolê yê di navbera navçeyên Lîcê û Pasûrê yên parêzgeha Amedê de, di navbera artêşa Tirkiyeyê û gerîlayên HPGyê de şer û pevçûnan rû da.

“Operasyona” ku artêşa Tirkiyeyê di seetên serê sibehê de, bi piştgiriya balafiran dabû destpêkirin berdewam dike.

Tê gotin ku li cihê şer birîndar hene.

Di heman demê de hat zanîn ku balafirên şer çoltera gund bombebaran kiriye e û bostanên gundiyan jî hatine şewitandin.

Herwiha ketina gund û derketina ji gund jî hat qedexekirin û leşker nahêlin gundî ji malên xwe derkevin.

Li aliyê din, leşkeran kontrolên xwe yên li ser rêya Pasûr û Lîcê zêde kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst