Turk-Îşê sînorê birçîbûnê yê malbateke 4 kesî eşkere kir

31-12-2023
RÛDAW
Nîşan Turk-Îş Hejarî Birçîbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî lêkolîna Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Tirkiyeyê (Turk-Îş) li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sînorê birçîbûnê yê malbateke 4 kesî gihîşte 14 hezar û 431 lîreyan.

Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Tirkiyeyê (Turk-Îş) encamên Lêkolîna Sînorê Birçîbûn û Hejariyê yên Kanûna Pêşînê eşkere kirin.

Li gorî lêkolîna Turk-Îşê, Kanûna Pêşînê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sînorê birçîbûnê yê malbateke 4 kesî gihîşte 14 hezar û 431 lîreyan ku 2023yan mûçeyê herî kêm 11 hezar û 402 lîre ye û bi vî awayî sînorê birçîbûnê mûçeyê herî kêm derbas kiriye.

Li gorî Turk-Îşê, zêdebûna enflasyona xorakê jî li gorî meha borî ji sedî 2,89 û di salekê de jî ji sedî 77,50 bûye.

Herwiha meha Kanûna Pêşînê sînorê hejariyê jî derketiye 47 hezar û 9  lîreyan û xerciya mehane ya karkerekî jî gihîştiye 18 hezar û 796 lîreyên Tirkî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst