NYyê hişyarî da: Dibe ku li Xezeyê ji milyonekê zêdetir mirov bimirin û birçî bimînin

12-06-2024
RÛDAW
Nîşan Neteweyên Yekbûyî Xeze Birçîbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand pêş dibînin ku li Xezeyê nîvê nifûsê ango ji milyonekê zêdetir mirov dê nîvê tîrmehê de bimirin û bi birçîbûnê re rû bi rû bimînin.

Kordînatorê Alîkariya Acil ê Alîkarê Sekreterê Giştî yê ji Karên Mirovî Berpirsyar ê NYyê Martin Griffiths ji bo bangî welatên G7ê bike daxuyaniyeke nivîskî da.

Martin Griffiths bi bîr xist ku nûnerên welatên G7ê sibe dê li Îtalyayê bên ba hev û diyar kir ku li Sudan, Xeze û cihên cuda rikeberî ji kontrolê derketine.

Griffiths destnîşan kir ku ji ber şer bi milyonan mirov bi birçîmanê re rû bi rû ne û mirov êdî ji birçîna dimirin.

“Li Sudanê 5 milyon kes bi birçîmanê re rû bi rû ne”

Griffiths got:

“Em pêş dibînin ku li Xezeyê nîvê nifûsê ango ji milyonekê zêdetir mirov dê nîvê tîrmehê de bi mirin û birçîbûnê ra rû bi rû bimînin.

Li Sudanê jî 5 milyon kes bi birçîmanê re rû bi rû ne.”

Griffiths destnîşan kir ku hem li Xezeyê hem jî li Sudanê xebatên alîkariyên însanî tên astengkirin û got:

"Divê ev yek biguhere. Kêliyekî me jî divê beredayî neçe."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst