HAT NÛKIRIN – Enqere: Kurekî, bav û mamê xwe û kesekî din bi çek kuştin

31-12-2022
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Nîşan Enqere
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Mamakê ya Enqerê di kafeyekê de kesekî bav û mamê xwe û kesekî din bi çek kuşt. Di bûyerê de 3 kesan canê xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû. Hat diyarkirin ku ti peywendiya kesekî ku canê xwe ji dest daye bi bûyerê re nîne û li kafeyê mişterî bûye.

Li gorî zanyariyen Rudawê bi dest xistine kesekî bi navê Yusuf Karaman, babê xwe Mehmet Karaman û mamê xwe Abdullah Karaman kuştin, di dema teqekirinê de kesekî bi navê Nasrullah Uyar jî canê xwe ji dest da.

Li gorî agahiyan malbata Karaman ji Colemêrg a Bakurê Kurdistanê ne û Nasrullah Uyar jî xelkê bajarê Wanê ye û bûyer ji ber sedemeke malbatî rû daye.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin piştî ku li Mamakê li kafeyeke li cadeya Îmam Alim Sultan dengê çekan hat bihîstin gelek polîs û tîmên tenduristiyê ji bo cihê bûyerê hatin şandin.

Hat diyarkirin ku bûyer bi nîqaşê dest pê kir û di demeke kurt de nîqaş veguherî şerê çekdarî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst