Serokwekîla DEM Partiyê: Îro jî Kurdbûn û govend qedexe ne

31-07-2024
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Gulistan Kiliç Koçyîgît Zimanê Kurdî Govend
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwekîla Grûpa DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê rexne li helwesta hikumeta Tirkiyeyê ya li hemberî zimanê Kurdî girt û got, “Dijmintiya we ya li hemberî Kurdan heta asfaltan daketiye.”

Serokwekîla Grûpa DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê îro derbarê pêşhatên dawî yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistan li parlamentoya Tirkiyeyê civîneke çapemeniyê li dar xist.

“Tîmeke girtina govendan hat sazkirin”

Gulistan Kiliç Koçyîgîtê ji ber jêbirina hişyariyên Kurdî yên “Pêşî Peya” yên trafîkê yên li ser cade û rêyan û desteserkirina xort û ciwanên Kurd hikumet rexne kir û got:

“Êrişên li ser çand û zimanê Kurdî rojên dawî hatine qonaxeke gelekî cuda.

Di çarçoveya rêveberiya ewlehiyê de tîmeke girtina govendan hat sazkirin.

Ketin qadên taybet ên Kurdan û dîmenên govendên ên Kurdan destnîşan kirin û pêleke nû ya êrişên li dijî Kurdan hat destpêkirin.”

“Kiryarên Kenan Evren ducare dikin”

Koçyîgîtê bûyerên serdama darbeya leşkerî ya bi fermandariya Kenan Evren ên salên 80yî bi bîr xistin û wiha domand:

“Ma hûn bi operasyonên govendê û jêbirina nivîsên Kurdî pratîkên Kenan Evren leşkerî ducare nakin? Dijmintiya we ya li hemberî Kurdan heta asfaltan daketiye.

Îro bi konsepteke wekî ya serdema darbeya 12ê Îlonê, rojane pêleke nû ya êrişan li hemberî çand û zimanê Kurdî pêk tê.

Salên 80 û 90î Kurdî qedexe bû. Rastiya Tirkiyeyeke wiha hebû ku kasetên Kurdî dihatin binaxkirin.

Îro jî Kurdbûn û govendgerandin qedexe ne.

Ji roja ku AKP hatiye ser desthilatê ve her dem helwesta xwe ya cihêkar a li dijî çand û zimanê Kurdî di her qadê de kûrtir dike.

Ji vê parlamentoya ku niha ez di bin bane wê de me heta hemû saziyên dewletê û kolanê di her qadê de dijmintiya Kurdan gav bi gav bi lez tê bipêşxistin û êdî ev yek bûye tiştekî wiha ku pratîkên  jiyana rojane ya Kurdan dike armanc.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst