Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê par 623 hezar û 148 qezayên trafîkê çêbûne û di wan qezayan de 2 hezar û 713 kes mirine.
Li gorî amarên Serokatiya Tirafîkê ya Birveberiya Giştî ya Ewlehiyê ya Tirkiyeyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê par 623 hezar û 148 qezayên trafîkê çêbûne.
Di wan qezayên trafîkê de 2 hezar û 713 kesan canê xwe ji dest daye û 388 hezar û 644 kes birîndar bûne.
Her wiha gelek zererên madî jî çêbûne.
Ji wan qezayên trafîkê 105 hezar û 783 qeza ji ber leza zêde çêbûne.
Her wiha di piraniya qezayan de şofêr xetabar in.
Sala 2024an bajarê ku herî zêde qezayên trafîkê lê çêbûne bi 97 hezar û 354 qezayan Stenbol e, di rêza duyem de Enqere tê ku 86 hezar û 401 qeza çêbûne.
Her wiha di rêza sêyem de Îzmîr tê ku li wî bajarî jî 40 hezar û 549 qezayên trafîkê çêbûne.
Bajarê ku herî kêm lê qezayên trafîkê çêbûne jî bi 367 qezayan Bayburt e, di rêza duyem de Dêrsim tê ku 422 qeza çêbûne.
Piştî Dêrsimê jî bajarê sêyem Erdexan e ku li wir 420 qezayên trafîkê çêbûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse