DEM Partiyê bangî Wezîrê Tenduristiyê kir: Îstifa bike!

21-10-2024
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Çeteya Yenîdoganê Gulistan Kiliç Koçyîgît
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterên DEM Partiyê derbarê "Çeteya Yenîdoganê" de li ber Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê daxuyaniyek da û xwest ku wezîrê tenduristiyê dev ji kar berde.

Lêpirsîna "Çeteya Yenîdoganê" ku tê îdîakirin ji bo rojane 8 hezar lîre ji Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) wergirin pitikên nû ji dayik bûne di beşa çavdêriya hûr de girtine û bûne sedema mirina wan berdewam e.

Di vê çarçoveyê de ruxseta 10 nexweşxaneyan hatibû betalkirin.

Di nav wan nexweşxaneyên ku ruxseta wan hatiye betalkirin de nexweşxaneya taybet a Avcilar Hospitalê jî heye ku xwediyê wê yek ji wezîrên berê yê tenduristiyê yê Tirkiyeyê Mehmet Muezzînoglu ye.

Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî û hinek parlamenterên partiyê îro çûn ber Wezareta Tenduristiyê û derbarê pêvajoyê daxuyaniyek da.

Parlamenterên DEM Partiyê banga devjikarberdana Wezîrê Tenduristiyê Kemal Memişoglu kir.

"Nexweşan wekî mişterî û mirovan wekî pere dibînin"

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê wiha axivî:

"Dema hikûmeta AKPyê di sektora tenduristiyê de bernameya veguherînê bicih dikir û piştî ku temam jî kir, me bi salan digot bernameya veguherîna tenduristiyê, hilweşandina sîstema tenduristiyê, nehiştina tenduristiya raya giştî, lîstika bi tenduristiya gel û pêşkêşkirina wê ji bazara vekirî re ye.

Di sîstemeke ku nexweşxane bûne kargeh û nexweş bûne mişterî mafê nexweşan nayê parastin.

Lê her car wan pesnê bernameya veguherîna tenduristiyê da. Pesnê nexweşxaneyên bajarên mezin daa.

Em gihiştin kîjan qonaxê, em gihiştin wê qonaxê ku ji ber têgihiştina bazarkirinê, têgihiştina ku nexweşan wekî mişterî û mirovan wekî pere dibînin, bi qasî em dizanin heta niha 12 pitik hatine kuştin.

12 pitikan ji ber çi canê xwe ji dest da? Ji ber ku hinek kes pereyan qezenc bikin bûne sedema mirina 12 pitikan."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst