Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê mazot careke din biha dibe

31-07-2023
RÛDAW
Nîşan Sotemenî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê piştî daketina nirxê lîreyê Tirkî li beramberî diravên biyanî, benzîn û mazot jî bê navber biha dibin. 

Ji sibe pê ve lîtreya motorînê bi qasî 1,07 lîreyên Tirkî biha dibe.

Di nava vê mehê de çend caran benzîn û motorîn li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê biha bûne, herî dawî duh mazot 1 lîre û 45 kuruşan giran bû.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên wê sektorê dane dê sibe lîtreya motorîne 1,07 lîreyan biha bibe.

Bi wê giranbûnê re dê lîtreya motorîne bibe 37 lîreyên Tirkî.

Berî hilbijartinên parlamento û serokkomariyê yên Tirkiyeyê yên di 14 û 28ê Gulanê de lîtreya benzînê bi 19,81 lîre û lîtreya mazotê jî bi 18,59 lîreyan bû.

Ji berî hilbijartinê û heta niha li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê benzîn û mazot ji sedî 80 giran bûne.

Li hinek bajaran bihayên benzîn û mazotê bi vî awayî ne:

Stenbol

Lîtreya mazotê: 35,4 lîre

Lîtreya benzînê: 36,09 lîre

Enqere

Lîtreya mazotê: 35,88 lîre

Lîtreya benzînê: 36,57 lîre

Îzmîr

Lîtreya motorînê: 36,06 lîre

Lîtreya benzînê: 36,68 lîre

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst